Li Afganistanê di mehekê de yek jê rojnamevan 10 jin hatin qetilkirin

Li Afganistanê di meha dawiya salê de 10 jinên ku di navbera wan de rojnamevan Hasna Sedat jî hebû, ji aliyê Talîbanê ve hatin qetilkirin, mirina 2 jinan a bi guman jî weke ‘xwekuştin’ ket raporan.

BAHARÎN LEHÎB

Kabûl- Li Afganistanê bi desteserkirina welat ji aliyê Talîbanê ve her diçe bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin. Kiryarên ku jinan dikujin bi gelemperî piştî bûyerê direvin, mêrên ku tên girtin jî bi bêcezatiyê tên xelatkirin. Li gorî agahiyên ku ajansa me ji nûçeyên di çapemeniyê de berhev kirine, di meha Kanûnê de gelek jin hatine qetilkirin.

Bûyerên ku di çapameniyê de hatin weşandin ev in:

*21’ê Mijdarê: Li Afganistanê dozgerê hikûmeta berê Naqî Mihemed Taqî û xwişka wî li ser riya Kabûl û Nangarharê hatin qetilkirin. Hat diyarkirin ku li ser cenazeyên herduyan şopên îşkenceyê hebûne.

*28’ê Mijdarê: Li eyaleta Daykandê Bîbî Masoumeh a 14 salî, ji ber ku hatiye xwestin ku bi zorê bi endamek Talîbanê re were zewicandin ji ber ku zewaca bi zorê qebûl nekir awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina zaroka keç weke ‘xwekuştin’ hat raporkirin.

*30‘ê Mijdarê: Bîbî Shakurieh a 32 salî ku li eyaleta Belhê dijiya, ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbû ve hat qetilkirin.

*30’ê Mijdarê: Rojnameger û lîstîkvanek sînemayê Hasna Sedat li Kabûlê ji aliyê Talîbanê ve hat qetilkirin.

*3’ê Kanûnê: Bibî Gul, li navçeya Almar a eyaleta Faryabê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina wê di qeydan de wek ‘xwekuştin’ derbas bû.

*9’ê Kanûnê: Li navçeya Çîşt a eyaleta Heratê mêrek jina ku pê re dergistî bû, qetil kir piştre dawî li jiyana xwe anî.  

*13’ê Kanûnê: Li bajarê Takharê cenazeyê 2 jinan hatin dîtin.  

*14’ê Kanûnê:  Li navçeya Darqadê ya eyaleta Takharê, jina bi navê Jameela ya 27 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbû ve hat qetilkirin.

*14’ê Kanûnê: Li herema Host ya devera Maniyê jinek ji aliyê birayê hevjîna xwe ve hat qetilkirin.

*15’ê Kanûnê: Li navçeya Îşkemeş a eyaleta Takharê Bîbî Nooriya ya 19 salî ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.

*Li navçeya Çamtal a girêdayî bajarê Belhê jinek û hevjînê xwe li mala xwe ji aliyê kesên bi çek ên nasnameya wan nenas ve hatin qetilkirin.