Li Afganistanê 3 jê jin 12 kes li ber çavê hezaran kesî hatin derbkirin

Li Afganistanê 3 jê jin 12 kes li stadyumek, li ber çavên hezaran kesan hatin derbkirin.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Lovgar a li Rojhilatê Afganîstanê cih digre, 3 jê jin 12 kes li stadyumekê li ber çavên hezaran kes hatin qamçkirin.

Berdevkê Talîbanê yê li Lovgarê Omer Mansûr Mucahîd diyar kir ku jin piştî hatine qamçî kirin hatin berdan û mêr jî şandine girtîgehê. Berdevkê her wiha ragihand ku ji jin û mêran di navbera 21 û 39 caran de hatine qamçîkirin.

Di nava mehekê de pêkanîna duyemîn

Li Afganistanê di nava vê mehê de cara duyemîn cezayê qamçiyê tê sepandin. Ev pêşkeftin, wek nîşana ku Talîbanê dikare vegere nêzîkatiya rêveberiya tund a ku di salên 1990î de pêk danî, tê nirxandin. Hefteya borî jî nuçeyên ku 19 kes li parêzgeha Taharê bi awayekî heman rengî li pêşiya qerebaxê rastî tundiyê hatine, derketî bû. Piştî ku rêberê Talîbane Haybetullah Akhundzade ji dadweran re fermanê ku qanûnên Şerîetê bi tevahî bicîh bînin da, ev pêkanîn hatin. Di desthilatdariya Talîbanê ya navbera salên 1996-2001'an de, cezayê gelek kesan li ber çavên gel hatiye înfaz kirin û li stada neteweyî ya li paytext Kabîlê îdam hatibûn jiyîn.

‘Min di bedena xwe de êşeke mezin hîs kir’

Seroka berê ya Komîsyona Mafê Mirovan ya Afganistanê Shahrazad Akbar, fikarên xwe yên der barê mijarê de di parvkekirina xwe ya li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal anî ziman. Shahrazad Akbar bi van gotinan da zanîn ku tiştên tên jiyîn ji bo pêşaroja welat pir wehîm e: “Dema min ev nûçe xwend, min di bedena xwe de êşeke mezin hîs kir. Ez hemû zarokên ku di atmosfereke wiha û li welatekî ku kesên welat birêve dibin qamçî kirin wek edalet dibînin de mezin dibin, difikirim…”