Li Adana bi pileya 5.6 erdhej çêbû
Li Adana di saetên serê vê sibehê de erdhejek bi pileya 5.6 çêbû.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/07/20230725-20230725-deprem-jpg27de84-image-jpg8c0f52-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li navçeya Kozan ya Adana hat tespitkirin ku di saet 08:44’ê vê sibehê erdhejek bi pileya 5.6 çêbûye.
Li gora zanyariyên Rasathaneya Kandilli; Erdheja ku bi kurahiya 3.7 kilometre çêbûyî, li bajarên derdor jî hatiye hîskirin. Wezîrê rêveberiya Rewşên awart û Afetê (AFAD) jî diyarkir ku pileya erdhejê 5.5’ e.