Li Şirnexê 20 jin hatin binçavkirin

Jinên bi munasebeta 25'ê Mijdarê li Şirnexê derketin qadan bi mudaxeleya polîsan hatin binçavkirin. Rojnameger jî di nav de herî kêm 20 jin hatin binçavkirin.

 Navenda Nûçeyan-Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan xwest li Şirnexê bimeşin. Aktivîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl û gelek jin li qadê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

 Polîsan tevî nûçegîhana ajansa JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut jî di nav de 20 jin hatin binçavkirin.