‘Li Şerîda Xazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in’

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) diyar kir ku li Şerîda Xazeyê 50 hezar û 500 jinên ducanî vê mehê dê biwelidin û diyar kir ku jinên ducanî hewcedarê parastin û çavdêriya tenduristiyê ya lezgîn in.

Navenda Nûçeyan – UNFPA’yê di daxuyaniya xwe ya li ser platforma xwe ya medyaya dîjîtal de diyar kir ku di vê mehê de 50 hezar û 500 jinên ducanî yên ji Xezeyê dê biwelidin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên ducanî yên ji Xezayê pêdiviya wan bi parastin û çavdêriya tenduristiyê ya lezgîn heye û ji hemû aliyan re hat şîretkirin ku li gorî mafên mirovan ên navneteweyî tev bigerin.

‘Em ji bo jinên ducanî pir bi fikar in'

Midûrê Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî Dominic Allen di kanaleke televîzyonê de axivî û diyar kir ku pergala tenduristiyê ya li Xezayê li ber hilweşînê ye. Dominic Allen bal kişand ser rewşa jinên ducanî yên li Xezayê û anî ziman ku ew derbarê jinên ducanî de bi fikar e.

Dominic Allen ji bo jinên ducanî got, "Cihekî wan ê ku biçin tune ye" û got, "Divê tavilê ji bo derbasbûna alîkariya însanî ya ji Xezayê destûr bê dayîn." Dominic Allen destnîşan kir ku divê jinên ducanî teqez bigihîjin van xizmetên tenduristiyê yên jiyanê.