Li Şengalê semînerên Jineolojiyê didome

Akademiya Jineolojiyê semînerên xwe li Şengalê didomîne.

Şengal – Akademiya Jineolojî li seranserî Şengalê gund bi gund semîneran li dardixe û Jineolojiyê dide nasîn. Duh roja nîqaşê li gundê Dugurê yê girêdayî navçeya Sinûnê bû. Nîqaşên weke rastiya Jineolojiyê di Şengalê de divê rolekî çawa bileyîze, ji bo zindîkirina çanda  kevnar û keda jin ya berbiçav hatin kirin. Di semînerê de hate diyar kirin ku karên ku li ser zanista jin bêne kirin li Şengalê pir in.

Çîrokên berê û civatbûn

Endama Meclisa Dugurê Şêrîn Xelef di semînerê axivî û bal kişand ser karên ku berê dikirin û wiha got: “Karên pir cûda dihatin kirin. Kelpîç dihatin birîn, giha me kom dikirin. Tê bîra min, min salfe (çîrok) digotin hemû zarokên min li dora min kom dibûn. Lê mixabin niha di malê de em 5 kes in serê hemûyan li ser telefonê ye, tenê ez ne wisa me. Ji bo jiyanê nafikirin, derdora wan çi tê jiyan kirin nizanin. Mixabin pir jin hene ku ne bi destê xwe ne. Lê gelek jin hene ku bidestê xwe ne, dikarin dikanan vekin, pez xwedî bikin, bax û bostanan biçînin û gelek karên cûda jî bikin. Jin beriya naskirina fikirê Rêber Apo nedikarîn ji malên xwe derkevin, lê niha bi fikir û zanistekî pêş ketine.”

‘Lorikên dayikan zanistî bûn’

Endama Meclisa Jin ya Dugurê Rîhan Xidir jî di semînerê de axivî û wiha got: “Her dem dayikan zarokên xwe li ber lorandinê dikirin xew. Ew lorandin hemû bi wate bûn, tijî fikir, çîrok û zanist bû. Mixabin niha telefonê datînin ber serê zarokan û dibêjin ne telefon be zaroka me ranazê. Mixabin tiştên kevnar hemû winda dibin. Carekê me çalakiyek kir, me tiştên kevnar hemû kom kirin û li bexçê Rêber Apo yê geliyê Kersê daliqandin dîmenekî gelekî xweş teyisand. Dilê mirovan geş û şa dibû hindî xweşik bû. Ji bo ku nifşê nû tiştên kevnar ji bîr nekin çalakiyên bi vî rengî pir baş in.”

‘Divê pêşiya jinê bê ronîkirin’

Nazê Şingalî jî di nîqaşên xwe de bal kişand ser karên jinan û wiha got: “Di demên berê de dayikên me her tiştên malê bi destên xwe çêdikirin. Lihêf û doşekên me hemû bi tendûrist bûn. Ji ber ku dayikan çêkiribû.  Em weke jin ger ku em li dîroka xwe vegerin wê tucarî pêwistiya me bi mêran nebe. Em dikarin karên xwe hemû bixwe bikin. Jinên Şengalê bihêz û zane ne. Lê mixabin rê li pêşiya wan ne vekiriye. Lê ya herî giring ew e ku rê li pêşiya jinê bê vekirin û perwerde werin kirin ji bo ku karibe xwe birêve bibe û bi pêş ve biçe.”

Semîner bi girtina nêrîn û pêşniyaran li ser xebatên Akademiya Jineolojî ya Şengalê bidawî bû.