Li Şengalê rêzeçalakiyên li dijî tecrîdê didomin
Di çarçeva pêngava Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ li hemû gund û navçeyên Şengalê çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ hat destpêkirin.
Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di 21’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşma ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ tevli kampanyaya ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşma ‘Ji Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ li cîhanê hatibû destpêkirin, bû. Di çarçoveya pêngavê de TAJÊ çalakiyek bi dirûşma ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ da destpêkirin.
Bi vê çalakiyê re dê TAJÊ yek bi yek serdana malan bike, wêneyên û Biroşura ku jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê vegotin belav bike û behsa paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.
Çalakî ji gundê Digurê yê girêdayî navçeya Sinûnê hat destpêkirin. Endam û rêveberên meclisa jinan a gundê Dugurê serdana malan kirin û bi germahî hatin pêşwazîkirin. Destpêkê wêne û biroşûra ku jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê vegotin diyarî dikirin û li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd bi berfirehî nîqaş û sohbet dikirin.
‘Ji bo azadiya wî ya fîzîkî em ê her tiştî bikin’
Endama rêveberiya meclisa jinan a gundê Dugurê Nazê Ilyas di serdana malbatekê de axivî û da zanîn ku azadî ji fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê dike û wiha got: “Weke jinên Şengalê me dest bi çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ kiriye. Em ji bo Rêberê xwe çi bikin kêm e. Rêbertî dibe ku di nava çar dîwaran de be lê ew mirovê herî azad e. Bi hezaran jin û ciwan li ser fikir û felsefeya wî dimeşin, ew mirovek ji rêzê nîn e ew kesek pîroz e. Neheqiya herî mezin ew e ku Rêber Apo 25 sal in di nava zindanê de ye. Pêngava me ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Hemû dinya li dijî Rêber sekinî. Mafên wî yên rewa nadinê. Rêber Apo çav û mejiyê jinan vekir û bihêz kir. Em ê jî weke jin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo her tiştî bikin.”
Dema azadiyê ye
Endama meclisa Dugurê Semîra Sebrî di serdana mala Perîşan û Musa de axivî û da zanîn ku pêngava wan yek ji gavên sereke û bi wate ye û wiha got: “Pêngava bi navê Rêber mêvanê mala we ye me da destpêkirin, ji ber ku tecrîda giran a heyî ye. Tirsa dewletan ji fikrên azad heye ji bo wê jî tecrîdê giran dikin. Fikrên Rêber Apo ne ji bo kesek in, fikrên gelan in. Bi komekê dest pê kir û niha bi milyonan kes şopdarên fikir û felsefeya Rêber Apo ne.”
‘Weke gelê Şengalê em deyndarên Rêber Apo ne’
Musa Qasim yek ji malbatên ku serdana wan hat kirin jî ji civatê re axivî û wiha got: “Di serî de em bixêrhatina her kesê dikin. Hest û kêfxweşiyek bû ku civatek wisa derbasî mala me bû û resmê Rêber Apo di destên wan de weke diyarî ji bo me anîn. Demek dirêj bû ku kêfxweşiyek wisa min hîs nekiribû. Cihê serbilindiyê ye ku îro wêneyê Rêber Apo ji me re tê. Em weke gelê Şengalê deyndarên Rêber Apo ne ji ber ku yên hatin hewara şervanên wî bûn. Wê ev wêne heta dawiyê di mala me de bimîne.”
‘Karê ku em îro dikin pîroz e’
Di serdana koşka gundê Dugurê de koşka mam Seyîd Milhim de Rîham Xidir endama meclisa jinan a Dugurê axivî û wiha got: “Weke jinên Şengalî me dest bi van çalakiyan kiriye û hêviya me ji xwedê û tawisî melek heye ku di demeke nêz de em ji rêberê xwe agahî bigrin û wî bi fizîkî azad di navbera xwe de bibînin. Me piştî fermanê û heta roja îro bi fikrên Rêber Apo xwe li ser lingan girt. Bi fikrên wî me xwe birêxistin kir û bi pêş xist. Pêwîst e em hemû kesên di vê civakê de dijîn, jin, ciwan û pêşengên me kesên weke mam Seyd li Rêber Apo xwedî derkevin. Tişta herî pîroz ew e ku îro bi resmê Rêber em derbasî koşkê bûn û em resmên Rêber li her malê digerînin.”
‘Ji bo Rêber wê Şengalî bê dudilî canê xwe jî bidin’
Seyd Milhim pêşwaziya endam û rêveberên meclisê kir û wiha axivî: “Em bixêrhatina hemû dayik û xwişkan dikin ku serdana me kirin û resmê Rêber ji me re anîn. Rastiyek xwe heye ku tu kes di çiyayê Şengalê de qenciya Rêber Apo kiriye ji bîr nake. Fermana ku hat serê me ger ne ew bûya wê me qir bikirana û em heta sed salên din jî venedgeriyan Şengalê. Me Rêber nedîtibû, wî jî Şengal nedîtibû lê bi hawara me ve hat. Şengalî jî tu carî ji bîr nakin û wê can û ruhê xwe di ber de bidin, ev rastiyek e ku divê neyê înkarkirin.”