Li Şengalê pîrozbahiya cemayê
Civaka Êzidî her sal bi hatina biharê re cemayên xwe dikin, di wan cemayan de gel diçe serdana qubeyên xwe.
VIYAN SEÎD
Şengal – Cemayên Êzidiyan ku li gorî bîra û baweriya wan, demên berê hefteyek dihatin lidarxistin ji ber êrîş û fermanên ku hatin serê wan, niha tenê du roj didomin. Di wan rojan de gelê Êzidî diçe serdana qubeyên xwe, dua dike û ji bo serfiraziyê alîkarî ji Xweda dixwaze.

Jina bi navê Adilan Elyas der barê cemaya Şêx Mend de wiha got: "Berê di payîzê de me Cemaya Şêx Mend li dar dixist lê ji ber rewşên werz û nexweşiya koronayê û ewlehiyê me biryar girt ku em di meha Nîsanê de li dar bixin, ji ber ku Nîsan ji me re nûbûn e. Em ên li vir hemû Şêxên Şêxmend in lê her kesê bixwaze dikare were. Îro ji Digur, Xanê, Şengalê û gelek deverên din jî, ji bo cemayê berê xwe dane Quba Şêx mend, Cemaya Xwedanê me ye. îşalah Tawisê Melek alîkarê me be û vê giraniyê ji ser me Êzidiyan rake. Her wiha yên bi Êzidiyan re heval in înaallah Tawisê Melek alîkarê wan be. Cemaya me, Rê û resmên wê di berê de 7 Roj bûn lê niha bûye 2 roj, roja În û Şemiyê. Ji êvara Çarşemê ve, em konên xwe vedidin û di roja din de em li hev kom dibin, şahiyên xwe li dar dixin, xêrên xwe kom dikin û qubeyê ziyaret dikin. Di roja Înê de em pereyên xwe nûdikin."

Berê 7 rojan didomiyan
Meyan Naso jî qala vê rojê kir û wiha got: "Berê şahî, rê û resmên me xweştir û rengîntir bûn me 7 rojan şahî dikir. Me tevan xêrên xwe li vir parve dikir lê niha jî bi heman şêweyî em çanda xwe pêk tînin, em hêvî dikin ku xwedayê mezin û Tawisê Melek rêya ronî ji me tevan re nîşan bide û birînên me derman bike."

Dayika bi navê Miskîn Şero jî der barê vê rojê de wiha got: "Niha gel wekî berê kom nabe, berê 7 rojan gel ji bo rê û resmên xwe bi cih bîne kom dibû lê niha bûye 2 roj. Berê çiqas qubeyên me hebûn, me cemayê ji bo tevan dikir, niha jî dikin. Lê ferman li me rabûn û her dever xerab bû û qubeyên me fecirandin lê mala Xweda ava be em careke din li ser lingan in."

Sêvê Xidir jî li ser vê rê û resmê nêrînên xwe wiha anî ziman: "Her sal em cemaya qubeyên xwe dikin. Em ê periyên xwe nû bikin. Xwedê ji me tevan razî be û xweşiyê ji me re ava bike. Em tev şahî û xêrên xwe bi kêfxweşî û eşq dikin. Xwedê xêra Êzidiyan qebûl bike Xwedê xweşiyê bide me dost û guhdaran."