Li Şengalê pîrozbahiya Çarşema Sor

Li Şengalê çarşema Sor bi awayê herî bedew hate pîroz kirin. Ji partiyên siyasî û rêxistinên jinan peyamên ji bo pîrozbahiyê hebûn.

 
Sengal - Li Geliyê Kersê yê Şengalê Şahiya Çarşema Sor bi beşdarbûna hezaran welatiyan despêkir. Bi boneya pîrozbahiyê li ser navê REJAK’ê şandeyek ji bo pirozkirina cejna Çarşema Sor berê xwe dabûn Şengalê. Bi navê Şandeyê REJAK’ê Banû Pencewînî axaftin kir û cejna hemû miletê Êzidî pîroz kir.
Paşê peyamên REJAK, PYD, TEVDEM, Kongira Star, Rêveberiya Xweser ya Şengalê, PADE û TAJE’ê yên ji bo pîrozbahiyê hatibûn şandin hatin xwendin. Di hemû peyaman de hate diyar kirin ku baweriya herî kevnar û bi kedên mezin xwe parastine Ezidiyatiye ji bo wê berxwedaniya li ser vê axê weke berxwedaniya xwe dibînin û parastina vê diroka resen erka xwe dibînin.  
Piştî xwendina peyaman koma Şehid Serhed, koma Şeng û Arî, Hunermend Baran, Sipan Xelad, Osman Faris û Celo Şengalî derketin ser dikê hunerên xwe pêşkêş kirin.