Li Şengalê pîrozbahiya 8'ê Adarê bi coş dewam dike

Li Geliyê Kersê yê çiyayê Şengalê bi beşdariya bi sedan jinên ji Şengalê pîrozbahiya 8'ê Adarê despêkir.

Şengal- Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, bi sedan jinên Şengalê berê xwe dana qada şahiyê ya li Geliyê Kersê ê çiyayê Şengalê. Şahiya ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatî organîze kirin bi meşekê ji derê geliyê Kersê heta cihê Şahiyê despê kir. Di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin bilindkirin. Biştî girse Gehişt cihê şahiyê bernameyê bi deqeyeke rêzgirtinê despêkir. Piştre li ser navê sazî û rêxistinên jinan Daxuyanî hatin xwendin û peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn.
Niha jî bi stranên koma Hêviyên jinên Şengalê didome. Tê payîn ku Koma Şano, kima Folklor û herwiha komên cuda derkevin ser dikê. Pîrozbahî heta saetên êvarê wê dewam bike.