Li Şehbayê xwaringeha Jiyan hate vekirin
Bi armanca zindîkirina çanda çêkirina xwarinên gelêrî Desteya Jin a Herêma Efrîn, xwaringeha bi navê ‘Jiyan’ li Kantona şehbayê vekir.
Şehba- Bi pêşengtiya Desteya Jin a Herêma Efrîn û bi armanca vegera li çanda çêkirina xwarinên gelêrî li Kantona şehbayê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwaringeha ‘Jiyan’ hate vekirin. Desteya jin ji ber rewşa koçberiyê heya demekê projeyên xwe dabûn rawestandin, lê bi derfetên heyî re dîsa projeyên li Efrînê dabûn destpêkirin li Şehabyê dewamkirin. Li Efrîn xwaringehên weke Şingêl û Nûşîcan hatibû vekirin, îro li warên koçberiyêli navçeya fafînê ya şehbayê xwaringeha Jiyan dane vekirin. Di vê xwaringehê de 3 jin wê bixebitin û xwarinên gelêrî yên Herêma Efrînê amade bikin.
Di şahiya vekirina xwaringehê de sazî û dezgehên Rêveberiay Xweser amade bûn. Seroka Desteya Jin a Herêma Efrîn Zelox Reşîd axaftina vekirinê kir û armancên vekirina xwaringehê wiha anî ziman: "Armanca me ew e em derfetên kar li pêşiya jinên koçber vekin. Di heman demê de ji bo zindîkririna çanda xwarinên gelêrî ya Efrînê û parastina keda dayikan e. Em jin bi hev re bibin alîkar û afirîner bin."
Xurtkitina rola jin di aliyê aborî de
Cîgira Seroka Desteya jin a Herêma Efrîn Emîne Mele Hesen ser vekirina xwaringehê wiha nêrîna xwe anî ziman: "Me xwest bi rêya vê projeyê rolê jinê di aliyê aborî de xurt bikin û piştevaniya wê bikin. Di heman demê de ji bo jin debara malbetên xwe bikin û hewcekarî tu kesî nebin. Daxwaza me ew e xwarinên Efrînê yên hatine paşguhkirin em zindî bihêlin. Divê her jinek xwedî hêz be û xwedî li keda xwe derkeve."