Li Şehbayê ji bo ewlehiya xwendekaran kon hatin vedan

Ji ber kareseta ku ji erdeheja di 6'ê Sibatê de çêbû û metirsiya heyî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Efrîn-Şehbayê ji bo ewlehiya xwendekarên xwe kon li şûna dibistanan vekir û xwendekar xwendina xwe di bin de didomînin.

HESNA MIHEEMD

Şehba – Ji ber kareseta erdheja 6'ê Sibatê zirar gihîşt herêmên Sûriyeyê û di encamê de bi deh hezaran welatiyan jiyana xwe di bin kavilan de dan. Li kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî para xwe ji vê karesetê girt. Di encamê de dibistanên li herêmê zirar dîtin û gelek kes jî birînar bûn. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Efrîn-Şehbayê ji bo parastina xwendekaran a ji metirsiya ku hê jî didome ji xwendekaran re kon vedan.

Li dibistana navçeya Ehdasê 33 kon hatin vedan, li gundê Til Qireh jî 20 kon hatin vedan. Her wiha li paymengeha Viyan Amara 4 kon hatin vedan.

53 kon hatin vedan

Rêvebera Desteya Perwerdeyê ya Efrîn-Şehbayê Şervîn Elo diyar kir di encama kareseta erdheja di 6'ê Sibatê de ji xwendekaran re kon vekirin û ev tişt vegot: "Di encama kareseta erdhejê de gelek ziyanên madî û canî li Şehbayê çêbûn. Dibistanên me jî para xwe ji vê karesetê girtin lewre xwendekar ji dibistanê demekê qut bûn. Ji ber vê yekê weke desteya perwerdeyê me çareseriyek lezgîn peyda kir ew jî vedana konan e ji  boxwendekaran da ku xwendina xwe berdewam bikin. Armanca me bi vê yekê ew e ku em ewlehiya xwendekaran biparêzin. Li navçeya Ehdasê 33 kon hatin vekirin. Li gundê Til Qireh 20 kon hatin vedan ji ber van herdu dibistanan zêtedir zirarê dîtin. Di encama şerê ku berê li van deveran qewimiye de dibistanan zirarên mezin dîtin û ev dibistan divê bên hilweşandin lewre me ev biryar girt."

Ruxmê zehmetiyan jî xwendina bi zimanê dayîkê didome

Xwendekara refa dehemîn Leyla Musa ku xwendina xwe di bin konan de berdewam dike wiha dibêje: "Ez li navçeya Ehdasê xwendina xwe didomînim ji ber rewşa erdhejê û ji bo ewlehiya me Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) konan li şûna dibistanan vekirin ji ber dibistanên me nabin û em nikarin bikevin nava wan. Em gelek zehmetiyan di bin konan de dibînin ji ber germahî zêde dibe her wiha ji ber hewaya zêde jî dihêle em astengiyan bibînin. Em spasiya xwe ji mamosteyên xwe re dikin ku ev derfet dan me. Her wiha ji ber dorpêça ku li ser me hatiye ferzkirin jî em nêzî mehekê ji xwendina xwe dûr bûn ji ber mazot ji xwendekaran re nedihat peydakirin. Ruxmî hemû zehmetî û astengiyan jî dîsa xwendina bi zimanê dayikê berdewam dikin. Divê alîkarî ji xwendekaran re bê dayîn ji bo ku em bikaribin careke din derbasî dibistanên xwe bin."