Li Şehba û Kobanê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan
Têkoşîna jinan a azadiyê ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherî Şoreşa Jinan û bandorê li hemû beşên civakê dike, hişmendiya mêr ê serdest diguherîne. Bi vê bandora guhertinê li Kobanê û Şehbayê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan.

Şehba – Di bin dirûşma "Li dijî hemû cureyên tundiya dewletê û zîhniyeta mêr jin jiyan azadî" komîteya jin a meclisa Efrîn û Şehbayê meşek mêran ji bo roja cîhanî ya Tekoşîna li dijî tundiya li ser jin li dar xist. Meş ji destpêka navçeya Ehreza kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta qada navçeyê domiya. Di meşê de bi sedan mêrên ji sazî û dezgehên rêveberiya Xweser û civakê beşdar bûn her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên ku hatine hedefgirtin û alên Kongreya Star, di heman demê de pankartên bi nivîsa "Dîsa û hezar caran jin jiyan azadî","Zilamtî ne biyolojîk e, nexweşiyek hişmendî ye"," Ji jinêm ku ji bo azadiyê têdikoşin netirse ew ê we jî ber bi azadiyê ve bibin" hildan.
Meş piştî gihîşt qada navçeyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Kantona Efrînê Fewzî Mustafa, behsa Roja Cîhanî ya Tekoşîna Li Dijî tundiya li Ser Jinan kir û wiha got: "Bi hezaran salan ji aliyê zîhniyeta mêr-dewletê ve jin rastî her cure tundiyê hatin. Em îro li hev civiyane ji bo roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan. Avakirina jiyanê ji dîrokê heya roja îro di Rojhilata Navîn de bi destên dayikên xwedawend bû. Zîhniyeta dewletê bandorê li ser zîhniyeta mêr jî kir û hişt ku ew tundiyê li ser jinan bidin meşandin. Li dijî vê yekê divê em mêr xwe perwerde û bi rêxistin bikin û ji zîhniyeta dewletê rizgar bikin da bikaribin bi hev re jiyana azad û demokratîk ji her du zayendan re ava bikin."
‘Li hemberî jinan em rexnedayîna xwe didin’
Di meşê de endamê Meclisa Malbetên Şehîdan Ednan Şêx Mehemed wiha hestên xwe li dijî tundiya li ser jin bi lêv kir û got: "Em rexnedayîna xwe li hember her jinê didin ku jin ji aliyê zîhniyeta mêr ve di her cureyên tundiyê re derbas dibin û mafên wan tên binpêkirin. Beriya pênc hezar sal in jin bindest dijîn û koletî li ser wan tê ferzkirn. Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo me îro mafên jinan nas kir. Hemû hêzên hegemonîk ji bo tunekirina jinan tev digerin lê Rêber Apo ji bo mafên jinan dengê xwe bilind kir û ji bo azadiya wan fikrên xwe pêşkêş kir. Jin hebûn, azadî û tekoşîna gelan in. Heya dawiyê em mêr û jin em ê bi hev re kar û xebatên xwe bidin meşandin û mafê xwe yên rawa di nava hev de qebûl bikin."
Meş bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî","Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
Kobanê
bi munesebeta 25'ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna li Dijî Tundîtiya li ser Jinan, Rêxistina Kongereya Star çalakiya xwe ya yekemîn bi meşa mêran dest pê kir.
Di çarçoveya çalakiya li dijî tundiya li ser jinan de bi sedan mêrên herêma Firatê, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hwd. di bin dirûşma"Li dijî hemû cureyên tundiya dewletê û hişmendiya zilam, jin jiyan azadî" ji qada şehîd Egîd meşiyan û li qada Jina Azad meş bi dawî bû.
Di meşê de alên Kongreya Star, Hêzên ewlekariya hundirîn û wêneyên şehîdên jin û wêneyê Jîna Emînî ya ku bû sembola serhildanên Rojhilat hatibû rakirin.
Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin û axaftin ji aliyê Hevserokê Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şehîn ve hat kirin.
"Jiyana yekalî pênaseyek şaş dide jiyanê "
Hevserokê Rêveberiya Xweser Mihemed Şehîn wiha got: "Di destpêkê de em hemû şehîdên jin ên ku ji bo azadiya xwe û azaiya civakê canê xwe dan bi bîr tînin. Azadiya jinan azadiya civakê ye, ew dîroka çewt a ku tenê yekalî yek zayend hatiye nivîsandin pirsgirêkên hezar salan e. Jiyana ku bi yekalî bimeşe wê dê çewt were pênasekirin."
Mêrên ku tevîl meşa li dijî tundiya li ser jinan bûn ajansa me re axivîn.
"Tundiya li ser jinan bi hezaran salan e didome"
Şanoger Elî Îsa da zanîn ku amadebûna wî di meşê de ji bo tundiya li ser jinan e û got: “Tundiya li ser jinan bi hezaran salan e didome. Mêran hinek tiştan nedipejirandin, nedihiştin jin biçin dibistanan digotin jin karê wan tenê li malê ye û divê zarokan bînin lê di roja îro de jinan cihê xwe di her derê de girtine. Ji ber wê ye ku her dem jin tên hedefgirtin û qetilkirin. Ji bo vê jî bila her kes bi hevjîn, xwişk û keçên xwe re hevaltiyê bike û bikeve nava civakê da ku jin azad bibin."
"Jinan bi xebat û saziyên xwe jiyanê ji nû ve afirandin"
Helbestvan Mihemed Ebdo Miso jî wiha got: “Amadebûna me li vir ji bo tundiya li ser jinan e, ji ber ku jin jiyan û azadî ye. Beriya şoreşa Rojava jin di malê da bûn di temenê biçûk de dihatin zewicandin. Îro wek Jîna Emînî ya ku ji bo porê wê xuya bû, hat qetilkirin li Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kes rabûne serhildanê. Li cîhanê tevahî û bi taybetî di nava dewletên Îslamî de heya niha tundî li ser jinan tê kirin û mafên wan tên binpêkirin.”