Malbata Şenyaşar: Sibêroj yên me ne
Malbata Şenyaşar di roja 618’emîn a nobeta edaletê de got “Îro ji tu kesê deng nehat. Hêviya me dîsa ji sibê re ma. Yên li jor dê biçin, sibêroj yên me ne.”

Riha – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 618’emîn de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên hatin ber deriyê edliyeyê tevî barîna baranê jî nobeta xwe didomînin.
Dayîk Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşat nobeta xwe ya li ber edliyê didomînin û dixwazin dengê wan bê bihîstin.
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal vê pêyamê ragihand; “Sibê dema roj hilat em li bendê ne ku edalet pêk bê. Ji kesên soz dan ku ‘Dê di doza me de edalet pêk bê’ tu deng nîne. Hêviya me ji sibê re. Dê yên li jor biçin, sibêroj yên me ne.”