Li Şehba û Hesekê komcivîna 19'ê Tîrmehê hate li dar xistin

Bi boneya ber bi salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê re Partiya Yekîtiya Demokratîk û Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk li Şehba û Hesekê komcivîn li dar xistin.

Navenda Nûçeyan- Bi nêzbûna salvegera 11'emîn a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê re Meclîsa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Efrîn-Şehba bakur û rojhilatê Sûriyê komcivînek bi dirûşmeya "Bi rihê jinên berxwedêr û vîna gelên şoreşger em ê asta Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê bilind bikin" li hola kampa Serdem a navçeya Ehdas kantona Şehbayê, li dar xist. Di komcivînê de nûner û endamên saziyên Rêveberiya Xweser Efrîn-Şehba amade bûn. Li Hesekê bakur û rojhilatê Sûriyê jî Komcivîn ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD ve hatiye organîzekirin û bi beşdarbûna 150 nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser li Hola Şeto ya Hesekê dest pê kir.

Şehba

Komcivîna ku bi dirûşmeya "Bi rihê jinên berxwedêr û vîna gelên şoreşger em ê asta Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê bilind bikin" bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir. Piştre axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk Efrîn-Şehba Sureya Mustafa ve hat kirin. Sureya Mustafa şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinên cîhanê pîrozkir û wiha got:

"Em salvegera şoreşa xwe li Rêber Apo û tevahî jinên cîhanê û yên ku cih di vê şoreşê de girtine pîroz dikin. Mijara nîqaşa me li ser jin û rola wê di şoreşa 19'ê Tîrmehê de, ku ev şoreş jî bi navê şoreşa jinê li tevahî cîhanê hatiye naskirin. Ev şoreş di encama berxwedana 50 sal ji Tevgera Azadiyê ku bi hezaran kes canê xwe kirina fedayî vê axê. Li ser asta cîhanê her tim hewildan tên kirin ku civakek bê îrade ava bikin û desthiladar xwe li ser keda civakê pêş û bi rêve bibin. Bi avakirina xeta demokratîk û li dijî desthiladariyê serî hildan ev plan têk birin û şoreşa Rojava bû îspata vê yekê. Bi saya derketina çirûska vê şoreşê îrade û hebûna civakê derket pêş."

Şoreşa 19'ê Tîrmehê rih û buhara jiyanê vegerand

Piştre ji aliyê endama komîteya Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Wdeîn-Şehba Sendî Reşîd benda komcivînê xwend. Benda komcivînê wiha ye: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê ne şoreşa rûxandina rêjîm û guhartina desthiladaran bû, ew şoreşa guhartina ji rêçalan û avakirinek nû bû. Veguherî şoreşek bîrdozî û ramanî û li tevahî Rojava û cîhanê belav bû. Ev şoreş guhertina li ser bingehên demokratîk li ser asta Sûriyê û ev pêngava stratejîk ne tenê ji bo Sûriyê ji bo hemû herêmên ku ji ber sedema felaket û aloziyan di encama fareseta nijadperest a şovenîst de barên wan giran bûye ye. Bi hembêzkirina hemû pêkhate, beş, çand û zimanan ruh û bihara jiyanê vegerîne. Her wiha di warê siyasî, civakî, diplomasî û leşkerî de serkeftinên mezin bi dest xist."

Komcivîn bi nîqaşê delegeyan re, bi dawî bû.

Hesekê

Komcivîna Hesekê a ku bi bi dirûşmeya ‘19'ê Tîrmehê: Şoreşa jin û gelan û mîsogeriya Sûriyeya demokratîk” hate lidarxistin de axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD'ê Perwîn Yûsif ve hat kirin. Perwîn Yûsif salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û got: “Em salvegera 11'emîn a şoreşa gelan a bi pêşengiya jinan li tevahî malbat û zarokên şehîdan pîroz dikin. Şoreşa Rojava şoreşek ji bo guhertin û veguhertina civakê ye."

‘Xwediya geşkirina şoreşê Jin e’

Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn destnîşa kir ku Şoreşa Rojava ‘Jin’ encama ked û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan e û wiha dom kir: “Li Rojava dema çirûska şoreşê pê ket, gelê me yê berxwedêr bi derfetên kêm şoreş meşand. Vî gelê berxwedêr bi zarok û mezinên xwe îsbat kir ku dikarin li hemberî hegemoniya rejîmê û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê serî hilde. Ev şoreş ji tevahî gelan re bû mînak. Bi îlankirina şoreşê re, êrişên pir alî jî destpê kirin.

Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û bi teybet jinên Kurd ji ber têkoşîna jinan û eşqa wan a şoreşgerî, şoreş bi navê wan hat naskirin. Me bi hejmarek kêm rêxistina xwe ya YPJ'ê ava kir, niha em bûne artêşek û me deverên cuda rizgar kir. Her wiha me bi hezaran jin teşwîq kirin ku cihê xwe di nava şoreşê de bigirin. Divê em pergala xwe ya parastinê xurt bikin, da ku şoreşa xwe mîsoger bikin, xeyalên şehîdan bi cih bînin û Rêbertiya xwe di nav xwe de bibînin.”

‘Jin Şoreşa Rojava Şensekî dîrokî dibînin’

Hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Hemrîn Elî bi bîrxist ku Şoreşa jinê ji tevayî cîhanê re bû mînak û wiha got: “Piştî 11 salan Şoreşê gelek deskeftiyên pîroz û bi nirx hatine bidest xistin. Kombûna me di vê komcivînê de bi armanca ku hemû pêkahte bi taybet jin çawa bikaribin van deskeftiyan ji êrîş û pilanan biparêzin. Di aliyê din de da ku em pêşeroja Surye bihevre giftog bikin. Jin Şoreşa Rojava wekî çirûska azadiyê pênase dikin. Şoreş wekî şensekî dîrokî dîtin ku rastiya xwe bizanibin, civaka xwe azad bikin û pêşerojek azad bidin avakirin.”

Komcivîn bi niqaşên li ser parastina nirxên Şoreşê ji êrîşan bi dawî bû.