Li Îzmîrê zarokek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Torbaliya Îzmîrê zarokê bi navê Samî Atay bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li Taxa Murat Bey a navçeya Torbalî ya Îzmîrê Samî Atay ê 17 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Xwendekarê dibistana amadeyî Samî Atay ê ku hat îdiakirin ku ji qata 5’emîn a pencereya malê, xwe avêtiye piştî ku kesên derdor agahî dan ekîbên tenduristiyê, wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê. Atay ê ku tevî midaxeleyên xebatkarên tenduristiyê nehat rizgarkirin jiyana xwe ji dest da.