Li Îzmîr ji 18 şewatên ku di rojekê de derketin 11 jê hatin kontrolkirin

Li Îzmîr di nava rojekê de 18 şewat derket. 11 şewat hate kontrolkirin, mudaxeleya 7’an jî berdewam dike. Hinek mal ji ber ewlehiyê hatin tehliyekirin.

Navenda Nûçeyan- Dûh li Îzmîrê li 8 daristan, 8 çolwar û 2 qadên hêsan jî di nav de bi giştî 18 şewat derket. Şewat ji hewa û bejayê ve hate mûdaxelekirin. Ji bo şewatên li navçeyên Çeşme, Menderes, Menemen, Selçûk û Torbalî were kontrolkirin xebat berdewam dike.

Şewatên li Şaşal Menderes li daristan, li Koyundere ya Menemen û Urla Kuşçular qada şînkartî, li Tire Bulbuldere qadên hêsan, li Menemen û Manîsa ser rê, li Çiglî Harmandalî qada şînkatî û hêsan, li Bayrakli li kêleka derketina tunelê li riya hawirdor li qada şînkatî, Bornova Işikkende de li qada daristan derketin  hatin kontrolkirin, li hinek herêman xebatên sarkirinê berdewam dike. Li taxên Reisdere û Germiyan ya navçeya Çeşme şewata ku li ser riya bi hevre girê dide li qada hêsan û zeytûn de derketî hate kontrolkirin. 

Li Menderesê hînek mal hatin tehliye kirin

Li gundê Çamonu ya Merderesê di şewata li qada daristan derketî de mudaxeleya ji bejayê ve berdewam dike. Li hînek xalan şewat hatin kontrolkirin, xebatên cemidînê tê kirin. Hinek mal ji ber ewlehiyê hatin tehliyekirin. Şewata ku li navçeya Karacadag ya Menderes siharê mudaxeleya ji hewayê ve cardin destpê kir.

Li Selçuk-Kuşadasi de mudaxeleya ji hewa cardin destpê kir

Di şewata li qada daristan ku li kêleka riya bejayê ya Selçuk-Kuşadasi derketî de, tevahî şevê mudaxeleya tîman ji bejayê ve berdewam kir. Bi tarîbûna hewayê re navber hat dayîna mudaxelya ji hewayê, siharê bi helikopter û balefiran cardin destê kir. Ji bo vemirandina şewatê şevê bi 3 helîkopterên şevê dibîne di xebatan de cih girt. Riya bejayê ya Selçuk-Kuşadasi ji bo tedbîr hate girtin.  

Li qada hêsan ya gundê Çamiçi ya Bornova, li Odemiş Birgî ku li qada şînkatî û hêsan de şewata derketî tê mudaxelekirin.