Li Îranê zarokek bi jehrê jiyana xwe ji dest da
Xwendekarê Kamyaranê yê li Tehranê Karo Paşabadî di encama jehrîna gaza kîmyewî de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Bûyerên jehrîkirina xwendekarên ku di serhildanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de bûne hedefa hikûmetê, roj bi roj zêde dibin. Herî dawî jî Karo Paşabadî yê ku xelkê Kamyaranê, xwendekarê dibistana Karo ya Tehranê, 3 hefte berê bi gaza kîmyayî jehrî bû.
Karo Paşabadî ku 3 hefte ye li Nexweşxaneya Mîladê di bin tedawiyê de bû jiyana xwe ji dest da.