‘Li Îranê xwendekar ji aliyê hikumetê ve tên jehrîkirin’

Aktivîsta Mafên Zarokan Parvîn Azad, got ku hejmara xwendekarên li Îranê jehrî bûne gelek zêde ye û bal kişand ku ji bo pergal were guhertin divê her kes çalakiyên xwe yên li kolanan bidomîne.

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan- Li Îranê ji meha Mijdarê ve heta niha di lîseyên xwendekarên keçik de, xwendekar bi jehrî dikevin. Tê diyarkirin ku bi bûyerên jehrîkirinê yên ku bênavber didomin armanc ew e ku xwendekar ji dibistanê werin dûrxistin. Li gorî hin daxuyaniyan heta niha 900 xwendekar bi jehre ketine lê gelek kes difikirin ku hejmar zêdetir e.

Aktivîsta Mafên Zarokan Parvîn Azad, têkildarî bûyerên berdewam ên jehrîketinê ji ajansa me re axivî.

‘Bawriya gel bi dewletê nemaye’

Parvîn Azad got: “Ji ber jehrîbûnê xwendekara 11 salî ya bi navê Atefeh Rezaeî ji bajarê Kûmê jiyana xwe ji dest da. Bi gefan bi malbatê dan gotin ku zarok ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Hikumet bi rêbazên bi vî rengî, hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne.” Parvîn Azad diyar kir ku baweriya gel bi hikumetê nemaye û wiha axivî: “Ji bo Jîna Emînî gotibûn ku mirina wê ji ber nexweşiyê bûye. Di mijara jehrîkirinê de jî hikumeta Îranê heman tiştî dike. Di mijarên wiha de baweriya gel bi dewletê nemaye. Li gorî îstatîstêkên dewletê, 900 xwendekar bi jehrê ketine lê em difikirin ku hejmar zêdetir e.”

‘Xwendekar bi agahdariya hikumetê tên jehrîkirin’

Parvîn Azad bi gotinên “Failê sereke yên van sûcan hikumet e” bal kişand ser gotinên Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê yê gotibû “Jehreke biçûk bûye sedema vê jehrîbûnê, ev yek di bin raye û peywira wezaretê de nîn e” û got ku ji berpirsyariyê direve. Parvîn Azad diyar kir ku hikumetê ji bo xwendekaran ji çalakiyên kolanan dûr bixe serî li vê yekê daye û wiha domand: “Xwendekarên keç, li dijî serîgirtinê derketin û dirûşmên; ji dîktator re mirin avêtin. Li dibistanan wêneyên Humeynî û Hamaney qetandin. Egalan ji serê xwe avêtin û xwestin hikumet cudakariyê neke. Rejîm ji protestoyên ku dê werin lidarxistin ditirse. Ji ber vê yekê serî li rêbazên wiha dide û ji bo xwendekarên keç, çalakiyan li dar nexin wan hehrî dikin.”

Parvîn Azad axaftina xwe wiha domand:

“Di şoreşa bi navê “Jin, Jiyan, Azadî” de yên ku li dijî hikumetê çalakiyan li dar dixistin xwendekar bûn. Niha ji ber van bûyerên jehrîbûnê pir zext li hikumetê tên kirin loma diyar dike ku bûyerên jehrîkirinê karê rêxistinên ‘mîlenyûman û dilxwazên vîlayetê’ ne. Lê her kes dizane ku ev yek ji aliyê hikumetê ve tê kirin. Qetilkirina Sarina Ismailzadeh û Nika pêşî li çalakiyan negirt. Gelek mirovan revandin, qetil kirin û cenazeyên wan avêtin çolan. Hikumetê di girtîgehan de gelek mirovan bi tiryakê qetil kir. Gelek mirovan ji ber zextên derûnî xwe kuştin. Ev sûcên hikumetê ne, ji bo pêşî li çalakiyan bigre serî li van tiştan dide. Pêşeroj di destên van ciwanan de ye û ji ber vê yekê desthilatdarî wan hedef digre lê ew hewl didin desthilatdariyê têk bibin.”

‘Divê çalakî bidomin’

Parvîn Azad axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ligel xwendekaran, mamoste jî tevli çalakiyan bibin, kêmasiya ewlehiyê ya li dibistanan şermezar bikin. Ev pergal bi çalakiyên demdirêj ên li kolanan dikare were guhertin û di encamê de pergalek mirovî dikare were avakirin. An na em ê zêdetir bibin şahidên sûcên hikumetê.”