Li Îranê salekê jinan - PANORAMA

Li Îranê di sala 2022’an de jin di nav têkoşîn û berxwedanê de bûn. Qetilkirina Jîna Emînî bû sedema hêrseke mezin, bi dirûşma “Jin jiyan azadî, jinan meşaleya azadiyê vêxistin.

ŞEHLA MOHAMMADI

Navenda Nûçeyan – Di cîhanê de yek ji welatên ku herî zêde mafên jinan lê tê binpêkirin Îran e. Li welat gelek cih ji bo jinan qedexe ne lê tevî vê yekê jî jin her dem li dijî cudakariya zayendî derketine û çalakiyan li dar xistine. Sala 2022’yan li Îranê bi xwe re gelek bûyeran anî. Bi taybetî piştî qetilkirina Jîna Emînî, çalakiyên jinan li hemû aliyên welat belav bûn. 40 sal e jinên Îranê polîtîkayên dewletê yên zextker red dikin, serê xwe vedikin, dişewitînin, porê xwe jêdikin û di refên pêşîn ên serhildanê de cihê xwe digrin. Di dosyaya me ya Îranê de em ê behsa bûyerên ku di sala 2022’yan de qewimîn, binpêkirinên mafan ji aliyê dewletê ve û berxwedana jinan a li hemberî hemû polîtîkayên zextê bikin.

Kampanyaya ‘Tu jî mûmek vêxe’

Di salvegera duyemîn a xistina balafira rêwiyan a Ukraynayê bi fuzeyan ji aliyê Muhafizên Şoreşê ve, gelek kesan li ser medyaya dîjîtal û malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji bo kampanyaya îmzeyan a hatibû destpêkirin bi gotina “Mûmek vêxe” piştgirî dan. Di vê kampanyaya ku di 11’ê Kanûnê de dest pê kiribû de, gelek kesên medyaya dîjîtal bi kar tînin, ji malbatên kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwestin.

Ji bo Hamid Nurî cezayê muebedê  

Li Îranê dozên gelek kesan berdewam kirin. Malbatên kesên ku doz li wan hatine vekirin, ji bo keskên ku di navbera salên 60'î heta 1998'an jiyana xwe ji dest dane mîtîngên protestoyî li dar xistin. Di vîdeoyên ku hatine weşandin de tê xwestin ku kesên 40 sal in sûc kirine hesab bidin û werin darizandin. Hamid Nuri ji ber ku di 1967’an de gelek kes înfaz kiribûn hat darizandin û mehkûmkirin vê yekê jî ji bo malbatên wan kesan bû hêvî. Di sala 1988'an de gelek girtiyên siyasî yên Îranî bi komî hatibûn înfazkirin. Hamid Nûrî bi înfazkirina komî dihat sûcdarkirin û darizandin. Doza ku hat dîtin di 4’ê Cotmehê de bi dawî bû. Di 14’ê Temûzê de Dadgeha Herêmê ya Siwêd Stockholmê, cezayê muebed ê dozgeriyê dabû di cih de dît û Hamid Nûrî ji ber sûcên “Li dijî hiqûqa navneteweyî sûcên cidî kiriye” û “Bi zanîn qetilkirina mirovan” mehkûmê cezayê muebedê kir.

Jin di dorpêça darazê de ne

Zahra Mohammadî, di serê sala 2022’yan de ji ber hînkirina bi zimanê dayikê, xebata di warê ziman û çandê de, bi sûcdariya “Kombûna li dijî ewlehiya neteweyî” 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Zahra Mohammadî, berê 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn lê ev ceza ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû xirakirin û 5 sal hatibû dayîn.

Ji bo îfadeyê gazî dayika Zeyneb Celaliyan kirin

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku bi salan e girtî ye û rastî muameleyên xirab hatiye; sal borî cezayê muebedê lê hat birîn. Malbatê agahî jê nedigirt. Dayika wê ji bo rewşa keça xwe serî li sazî û dezgehên mafên mirovan da û ji bo bi rewşa keça wê re têkildar bibin vîdyoyek bi peyam weşand. Roja din Yekîneya Îstîxbarata Makuyê gazî wê kir û xwest dayika Zeyneb Celaliyan, Guzal Hajizad, biçe îfade bide Mako İstihbarat Birimi'ne çağrıldı.

Jinan li dijî bêhiqûqiyan dest bi greva birçîbûnê kir

Di nava salê de Sepideh Qalian jî surgunê girtîgehan hat kirin. Sepideh Qalian, ji bo mercên girtîgehê şermezar bike, çend caran dest bi greva birçîbûnê kir. Hinek girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de û aktivîstên siyasî daxuyanî dan û dest bi greva birçîbûnê kirin. Aktivîstên jin ên bi navê Farideh Muradkhanî, Fariba Adelkhah, Sara Askarî, Alia Matalzadeh, Fariba Asadî, Leila Hosseinzadeh, Maryam Sadeghî, Negar Masoudî, Afshana Azimzadeh, Shadi Gilak ve Feringis Mazloum, her yekê ji wan çend sal ceza girtibûn, di sala 2022’yan de hatin surgunkirin.

Jin ji gelek cihan hatin dûrxistin

Di saziyên dewletê de, di yên perwerde, banka û saziyên ji derveyê dewletê de, jinan li dijî cudakariya zayendî, her dem têkoşîn meşandin. Di vê sala dawî de, ji ber ku li gelek jinan ceza hat birîn, bû sedem ku li Îranê cudakariya zayendî zêdetir bibe. Qedexekirina dermanên kontrola zayînê, dûrxistina jinan ji gelek saziyên dewletê, li ser civakê ferzkirina mêr û tengkirina gelek qadan ji bo jinan zêde bûn.

Spor ji bo jinan hat qedexekirin

Ji ber ku jin weke makîneya zayînê tên dîtin, bû sedema hêrsek mezin û jinan têkoşîna ji bo mafên bingehîn zêdetir kirin. Her wiha ji bo jinan gelek beşên sporê hatin qedexekirin, spora boksê û yên ji bo bihêzkirina bedenê ji bo wan hatin qedexekirin. Ev rewş di raya giştî de bû mijar. Van sporan li gelek bajaren Îranê hatin qedexekirin û salonên sporan hatin girtin.

Serhildanan jina di 8’ê Adarê de gihîşt lûtkeyê

8’ê Adarê roja jinên cîhanê, her sal li hemû welatan ji aliyê jinên azadîxwaz ve tê pîrozkirin. Tevî zextên komara Îslamê ya Îranê jî jinên Kurd û Îranî, di 8’ê Adarê de li qadan bûn û çalakiyên bêhempa li dar xistin. Sal par, jinên Kurd û yên Îranê peyama têkoşînê dan. Di serî de li Saneh, Dîwandere, Naqdeh, Merîwan û Sinoyê, li gelek bajaren Kurdistanê jinan bi çalakiyan wê rojê pîroz kirin. Tevî hemû astengiyan jî 8’ê Adarê li Tahran, Gîlan û Yezdê hat pîrozkirin. Gelek kesên ku tevli çalakiyan bûbûn ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin girtin

Krîz û karesatên xwezayî

Karesatên xwezayê her dem bi xwe re gelek texrîbatan anîne. Di salên dawî de li Îranê gelek karesatên mezin çêbûne. Guherîna avhewayê, germbûna gerdûnê, sedema sereke ya felatên xwezayê ye. Li Îranê ji ber rêveberiya xirab, rant, şewat, tunekirina daristanan, lehî û zuhabûnê, felaketên mezin çêdibin. Ji ber vê yekê di rojên destpêkê yên sala 2022’yan de ji bo gelê Îranê, bi taybetî bajarên başûr, karesat zêde bûn. Li Fars, Kerman, Sistan, Belucistanê û Hurmuzganê û bajarên din ên başûr, ji ber barana zêde bi hezaran kes neçar man malên xwe biterikînin û gelek kes jî mirin. Her wiha çemê Zayandehrud, qada avî ya Gavkhonî, cihê avî yê Hamonê, qada avî ya Horulazimê û gola Urmiyeyê ji di nav de gelek cihên avî, yên wekî delav, gol, çem û çavkaniyên avê zuha bûn.

Avahiya Metropola Abadanê rûxiya

Îsal ji ber ku avahiya Metropola Abadanê, rûxiya, xizaniya zêde ya li Îranê zêdetir diyar bû. Ev avahî tevî ku hê çêkirina wê temam nebûbû, rûxiya. Ji 40 zêdetir kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn. Ji ber vê bûyerê şaredarî û hinek wezaretên daîreyan sûcdar hatin dîtin. 13 kesên ku ji vê yekê berpirsyar bûn hatin girtin lê her yekê ji wan cezayek kêm girt û bi tezmînatek kêm hewl dan ser were girtin.

Mîtîng û grevên sendîkayan

Sendîkayên mamoste, kedkar, karker, hemşîre û sendîkayên din ên li Îranê portestoyên xwe domandin. Li gelek bajarên Îran û Kurdistanê her roj civînên protesyoyî yên mamoste, kesên malnişîn, karker, hemşîre û sendîkayên din hatin lidarxistin û komên herî girîng, mamoste û kesên malnişîn bûn. Di mehên destpêka sala 2022'yan de aktivîstên mamoste û çandê çalakiyan li dar xistin. Li bajarên wekî Sana, Reşd û Şîrazê û yên din ji 230'yî zêdetir mamoste û aktivîsten çandî hatin girtin. Di navbera mamosteyên jin ên ku hatin girtin de Kokeb Badaghî, Fariba Moinî, Hamida Zare, Sivan Soleimanî, Mozhgan Bagherî, Fariba Nizamzadeh, Zahra Esfandiarî, Soraya Aghaeî, Khadija Mobarakî, Masoumeh Dehghan, Mansoura Irfanian, Fatemeh Bahmanî, Marzieh Talaî, Jale Rohzad û kesên jî hebûn.

Qetilkirina Gazaleh Haydarî

Di vê salê de jî jin di bin navê ‘namusê’ de hatin qetilkirin. Yek ji pêkanînên şîdeta li hemberî jinan jî ev e, bi teşwîqa zagonên Komara Îslamê tê kirin. Di zagonên Îranê de jin wek objeyek di mulkiyeta mêr de tê pênasekirin. Qetlilkirina Gazaleh Haydarî, demek dirêj di raya giştî de ma. Gazaleh Haydarî ya 17 salî ji ber ji şîdeta malbatê reviya Tirkiyeyê, di encama hewldana îqnayê ya bav û apê xwe de careke din vegeriya Îranê, bi mêrek re hat zewicandin û dawiyê ji aliyê mêrê ku pê re hatibû zewicandin ve hat qetilkirin. Rayedarên hikumete, ajans û rojnameyên ku nûçeyê ragihandin girtin. Zextê li rojnamegeran kir. Her wiha malbata Gazaleh Haydarî, kiryar gilî nekirin, ji ber wê kujer tenê ji ber aliyê giştî yê sûc 10 sal ceza girt.

Jinan xwest mafên wan bikevin bin temînatê

Sala 2022'yan tenê di bin navê ‘namûsê’ de bi bûyerên qetilkirinê bi sînor nema. Her wiha bûyerên tecawizê zêde bûn. Hejmara zêde ya kesên sûc dikirin girêdayî saziyên dewletê bûn. Şiler Resûlî, çend roj beriya şoreşa jinan, li bajarê Merîwanê ji bo xwe ji hewldana tecawizê rizgar bike întihar kir. Li bajaren Rojhilatê Kurdistanê yên din jinan xwest kiryar were cezakirin û mafên wan bikevin bin temînatê.

93 kesên ku bertek nîşanî tecawizê dan hatin qetilkirin

Yek ji bûyerên ku bû sedema bertekên mezin jî tecawiza li dijî zarokek Belûcî ya 15 salî bû. Zarok ji aliyê fermandarê hêza polîsan Albay Ebrahim Kochzaî ve rastî tecawizê hat. Albay Ebrahim Kochzaeî bi îdiaya, cînayetê dema ku zarokek lêpirsîn dikir destdirêjî lê kir. Li dijî wî doz hat vekirin. Di dema şoreşa ku bi dirûşma jin jiyan azadî dest pê kir de çalakgerên ku li Zahîdanê derketin kolanan, xwestin kiryar were darizandin. Di dema xwepêşandanan de, hêzên rejîmê tenê di rojek de 93 Belûciyan bi guleyan qetil kirin.

Jîna Emînî bi hinceta serê xwe baş negirtiye hat qetilkirin

Li Îranê ligel krîz û pirsgirêkên heyî, jin her ku çû zêdetir tenê man û her der ji bo wan zehmet bû. Salên berê di dema hikumeta Hasan Ruhanî de Dewriyeya Îrşadê ya ku xebatên wê hatibû rawestandin, careke din ket dewrê û vê yekê jî cih li jinan teng kir. Jin li ofîs, navendên hikumetê, li cihên vekirî û heta di nava wesayîdan de jî di ewlehiyê de nebûn. Kincên jinan hincet hatin nîşandan, destûr nedan bikevin sazî, banka û siware metroyan bibin. Di medyayê de her roj nûçe û vîdyoyên şîdetê yên ku Dewriyeya Îrşadê li dijî jinan dikir hatin weşandin lê bi qetilkirina Jîna Emînî şoreşa jinan dest pê kir. Jinan bi girseyî çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin û bingeha serhildana gel hat avêtin.

‘Bi dirûşmên jin jiyan azadî hat definkirin’

Jîna Emînî ya ku ji bo ger û geştê çû Tehranê û bi xwe ji bajare Seqizê bû, awayê sergirtina wê hincet hat nîşandan, binçavkirin. Di roja 16’ê Îlonê de ji ber îşkenceya ku lê hat kirin ket komayê. Jîna Emînî ji li nexweşxaneya Kasrî ya Tahranê jiyana xwe ji dest da. Rayedarê dewletê hewl dan cenazeyê wê bi şev defin bikin lê malbata wê bertek nîşan da û cenazeyê keça xwe roja din serê sibehê bi dirûşmên jin jiyan azadî spartin axê.

Destpêka şoreşa jinan

Ev bûyer bû sedema şoreşê. Jinên li bajarê Sinê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” derketin kolanan û bang li gelê Îranê kirin ku xwedî li Jîna derkevin. Merasîma bêhempa ya ji bo Jîna û çalakiyên şermezarkirinê, bûn sedem ku ji gelek bajarên Îranê jin rabin serhildanê. Serhildanên ku li gelek bajaran belav bûn, bi çalakiyên cur be cur ên wekî jêkirina por û şewitandina egalên ku davêjin serê xwe di raya giştî de cihê xwe girtin.

Li hemû bajaran çalakî hatin lidarxistin

Li bajarên Kurdistanê bi destpêkirina xwepêşandanên mezin re, li gelek bajarên Îranê jî ji bo piştgiriya bi Kurdistanê re meş û xwepêşandan hatin lidarxistin. Ev çalakî ketin rojeva çapemeniya cîhanê jî. Piştî van çalakiyan şîdeta li dijî xwepêşanderan zêde bû, di serî de Sine, Seqiz, Dîwandere û Ashavie, li gelek bajarên Kurdistanê li dijî çalakgeran şîdeta bêsînor dest pê kir. Çalakiyên li bajarên bakur ên Îranê rastî şîdeta zêde hatin û gelek çalakger, bi gulebarana hêzên rejîmê hatin qetilkirin. Gelê Belûc ê li Sistan û Belûcistanê jî ji bo piştgiriya bi Kurdistanê re û di heman demê de ji bo tecawiza ku fermandarê Muhafizên Şoreşê li dijî zarokek kiribû şermezar bikin derketin kolanan. Çalakiyên bi navê roja îna bi xwîn bûn sîmgeyek li wî bajarî.

Destkeftiyên şoreşa jinan

Şoreşa jinan a ku nêzî 4 mehan e didome, bû hêviya jinên cîhanê. Jinên ji welatên cîhanê, ji bo piştgiriya bi jinên Îranî û yên Kurd re, derketin kolanan û dengê şoreşa li Îranê bi cîhanê dan bihîstin. Ji gelek derên cîhanê siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan destek dan çalakiyên li Îranê. Kurdan û bi taybetî jinên li hemû herêmên Kurdistanê destek dan û gelek tişt bi şoreşa jinan a li Îranê dan qezenckirin.

507 kes hatin qetilkirin

Her ku çalakî zêde bûn, zextên rejîmê jî bêperwa bûn û li gorî raporên ku sazî û rêxistinên mafên mirovan weşandine heta dawiya meha Kanûnê hejmara kesên di serhildanan de hatine qetilkirin zêde bûye. 69 jê zarok 507 kes hatin qetilkirin. Her wiha 654 jê xwendekar 18 hezar û 500 kes hatine girtin. Di nava vê demê de hevdîtina hezar û 196 bajar û zanîngehan çêbû, 161 bajar û 144 zanîngeh beşdar bûn. Sazî û rêxistinên mafen mirovan texmîn dikin ku hejmar zêdetir e.

Gelek kes bi îdamê re rûbirû ne

Hunermend, rojnameger, siyasetmedar, aktivîstên sivîl û siyasî hatin girtin û bi îdamê re rûbirû ne. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, da zanîn ku du rojnameger bi îdamê re rûbirû ne. Bi van serhildanan re li girtîgehan zext zêde bûn, gelek ji wan bûn cihê tolhildana ji şoreşgeran. Rêxistinên mafên mirovan ên Belûc, diyar kirin ku di nava 120 rojan de li girtîgehên Belûcistanê bi îdiayên cînayet û tiryakê, 81 Belûcî hatine îdamkirin. Gelek analîstên siyasî vê yekê wekî tolhildan şîrove dikin. Ciwanên bi navê Muhsin Şikarî û Mecîd Reza Rehneverdî bêyî parêzer hatin înfazkirin. Niha jî gelek kes bi xetera îdamê re rûbirû ne.

Lîstikvanan destek dan serhildanê

Lîstikvanan jî destek dan şoreşê. Sînemagera Îranî ya bi nav û deng Anahita Hemmatî, ji bo zilma li jinan tê kirin, bi jêkirina porê xwe bertek nîşan da. Ketayoun Riahî jî di medyaya dîjîtal de wêneyê xwe yê servekirî parve kir û destan da. Ev çalakiyên ku bi awayên cur be cur zêde bûn, ji bo belavbûna şoreşa Jîna bûn destpêk.

Ji komîsyonê hat derxistin

Yek ji kesên navdar a destek da şoreşê Taraneh Alidoostî bû. Ji ber sekna xwe ya bi hêz ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin. Niha li girtîgeha îranê girtî ye. Hêjayê gotinê ye ku Komara Îslamê ya Îranê ji Komîsyona Statuya Jinan a Neteweyên Yekbûyî hatiye derxistin. Ji ber zexta Neteweyên Yekbûyî û welatên din, îran ji komîsyonê hat derxistin.