Li Îranê qirêjbûna hewayê bandorek neyînî li jiyanê dike

Li parêzgehên Tehran û Elborzê yên Îranê ji ber qirêjbûna hewayê ya ku zêde bû, perwerdeyên di hemû astan de wê rû bi rû neyên kirin. Wesayîtên giran ên bi dîzelê dixebitin, wê nikaribin bikevin navendên bajaran.

Navenda Nûçeyan - Qirêjbûna hewayê ya li parêzgehên Tehran û Elborzê yên Îranê bandoree neyînî li ser jiyanê dike. Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê, Alîkarê Waliyê Tehranê Mîr Mihemed Geravî, di daxuyaniya xwe de ragihand ji ber zêdebûna qirêjiya hewayê dê perwerdeyên di hemû astan de bi awayekî serhêl were kirin.

Perwerdeya pêşdibistan wê bê rawestandin

Mîr Muhammed Geravî, diyar kir biryar li ser pêşniyara Komîteya Lezgîn a Qirêjiya Hewayê ya Tehranê hatiye girtin û diyar kir li gorî vê yekê rojên Sêşem û Çarşemê perwerdeya rû bi rû nayê kirin. Mîr Muhammed Geravî, diyar kir di vê heyamê de perwerdeya pêşdibistan wê bê rawestandin û da zanîn li navçeya Firuzkuh a parêzgehê wê perwerde rû bi rû bidome.

Wesayîtên giran ên bi dîzelê dixebitin wê nikaribin bikevin navenda bajêr

Li gorî biryara Komîteya Lezgîn a Qirêjiya Hewayê ya Tehranê, wesayîtên giran ên ku bi mazotê dîzelê dixebitin 2 roj in bi şev jî nikarin bikevin navenda bajêr û Şaredariya Tehranê jî ji bo herêmên ku ketina wesayîtan hatiye sînordarkirin, bilêtên ketina nefiroşe.

Li Elborzê jî perwerde serhêl berdewam bike

Di daxuyaniya Walitiya Elborzê de hat ragihandin, ji îro pê ve ji bilî bajarên Talekan û Asara li cihên nîştecihbûnê perwerde di hemû astên xwendinê de bi rêya serhêl bê dayîn.