Li Îranê polîtîkaya girtinê ya li dijî jinan didome
Li Îranê du jinên ku li dijî qedexekirina hicabê derdikevin û 2 mêrên ku bi hinceta bi wan re siwarê motorsîkletê bûne hatin girtin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/04/20230405-20230405-20230404-pngf08572-image-jpg78aa90-image-jpg86ab7e-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Zextên hikûmeta Îranê yên li dijî kesên ku li dijî pêkanîna hicabê derdikevin, didomin. Li parêzgeha Gîlanê 2 jin bi hinceta ku li dijî qanûnên Komara Îslamî ya Îranê hicabê li xwe nekirine û her wiha 2 mêrên motorsîklet bi kar anîne hatin girtin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Berpirsê Buroya Rewşenbîrî û Civakî ya Polîsa Gîlanê ve hat dayîn de, hat ragihandin ku piştî wêneyên jinek ku dema motosîklet bi kar aniye porê wê vekirî bûye û mêrekî hat kişandin û weşandin. Hat diyarkirin ku kesên tesbîta nasnameyên wan hatine kirin, ji aliyê polîsên li bajarê Reştê ve hatin binçavkirin û dûre hatine girtin.