Li Îranê krîza personelên di qada tenduristiyê de kûrtir dibe
Alîkarê Rêveberiya Giştî ya Hemşîretiyê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di nava salek de zêdetirî 3 hezar hemşîreyan îstifa kirine, karên xwe hiştine, yan jî koçî derveyî welat kirine.
Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Giştî ya Hemşîretiyê ya Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di nava salek de zêdetirî 3 hezar hemşîre ji karên xwe derketine, îstifa kirine, yan jî koçî derveyî welat kirine û da zanîn ku ev rewş li welat bûye yek ji pirsgirêkên herî cidî yên pergala tenduristiyê.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku kêmbûna hejmara hemşîreyan ne tenê pirsgirêkeke îdarî ye, bandorê li ser kalîteya lênêrîna tenduristiyê û ewlehiya nexweşan dike. Hişyarî hat dayîn ku ger meyla heyî bidome, dibe pergala lênêrîna tenduristiyê bi krîzeke pergalî re rûbirû bimîne.
Tunebûna pîşeyî wê bi xwere şaşiyên tedawiyê bîne
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku valahiya hemşîreyan, barê karê xebatkarên tenduristiyê her diçe zêde dike û hat îfadekirin ku ev dibe ku di demek dirêj de bibe sedema encamên cidî, tunebûna pîşeyî, zêdebûna şaşiyên tedawiyê û zêdebûna mirina nexweşan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo domdariya xizmetên tenduristiyê parastina karmendên hemşîre pir girîng e û hat destnîşankirin ku windakirina karmendan rasterast gefê li ewlehiya pergala tenduristiyê dixwe.
Mafên darayî
Her wiha hat gotin ku pirsgirêkên di warê hemşîretiyê de ne tenê bi mûçe û mafên darayî ve sînordar in, ji bo pêşîgirtina krîzê pêwîstî bi polîtîkayên berfirehtir hene. Hat gotin ku gavên wekî başkirina şert û mercên xebatê, kêmkirina karên giran ên nobetê û çareserkirina kêmbûna personelan dê hemşîreyan teşwîq bike ku di pîşeyê de bimînin.
Pisporên ku di qada tenduristiyê de dixebitin destnîşan dikin ku ger rewşa heyî wiha bidome wê valahiya di navbera pêdiviyên nexweşan û kapasîteya karmendan a pergala tenduristiyê de mezintir bibe. Li gorî pisporan, di demek kurt de girtina vê valahiyê gelek zor xuya dike.