Li Îranê karker û cotkar di nava çalakiyan de ne
Li bajarên cuda yên Îranê bi taybet li Îsfehan, Hormazgan û Berjîanê bi armanca şermezarkirina kêm û ne wekheviya mûçe, bihabûn, ewlehiya civakî û polîtîkayên hikûmetê, cotkar û karkeran çalakî li darxistin
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230203-20230203-20230203-kshawrzan-asfhan-w-kargran-fwlad-syrjan2023-2-3-jpg8cc07b-image-jpg1725fa-image-jpgc7b3c0-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Îranê feturaya qeyrana siyasî û aborî ya ku dijî, ji kedkaran dîbire. Karker û cotkaran li gelek bajarên welat bi daxwaza zêdekirina mûçe, polîtîkayên hikûmetê, tenduristî û mafên civakî çalakî pêkanîn. Karkerên ku daketin qadan destnîşan kirin ku polîtîkayên rejîma Îranê zilmê li karkeran dike û peyam dan ku heta mafên xwe bi dest nexin dê di nava çalakiyan de bin.
Li bajarên Îsfahan, Hormozgan û Berjîan ên Îranê bi awayekî xurt tevlîbûna karkeran a serhildanan mijara gotinê ye. Li Îsfahanê cotkar daketin qadan û polîtîkayên çandiniyê yên hikûmetê rexne kirin. Cotkarên ku diyar kirin ji ber qeyrana ekolojîk pirsgirêka kêmbûna avê dijîn, ji bo xurtkirina çandiniyê daxwazên xwe xurt kirin.