Li Îranê ji bo jinan ewlehî û sigortaya kar nîne

Jinan diyarkirin ku jinên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dixebitin ne xwedî ewlehî û sîgorteya karin, xwestin di qanûnên kar de guherîn werin çêkirin û banga reforma siyasî û zagonî kirin.

ROGEN KADRÎ

Serdeşt- Ji ber nebûna  ewlehî û sigortaya kar, li Îranê avêtina ji kar a jinan asan bûye û jin ji mafê muçeyê teqawî bê par tê hiştin. Ev rewş rê li ber wê vedike ku jin piştî teqawîbûnê ji bo debara jiyana xwe girêdayî hinek kesên din bin.

‘Sigortaya jinan nakin’

Mahsa R ya ku di ofîsa şirketek ya sîgortayan de di xebite da zanaîn ku di serî de jinên ku li malan di xebitin gelek ji wan ewlehî û sigortaya wan a kar nîne û wiha got: “Ev mafe tenê didin mêran. Jinên li mal li atolye, gundan dixebitin, yan jî li bajarên din karkerên werzîne sîgortaya wan nayên çêkirin. Ji ber gelek sedemên weke cihêkariya zayendî, ne rêk û pêkiya di kar de sîgorta ji jinan re nayê çêkirin. Ev rewş rê li ber sîgortaya bê kariyê û ji mafên xwe bê par bimînin vedike. Divê rewşê de ji mafê xwe ên destur û tewqawîbûnê bê par dimînin. Jinên bê sîgorta rastî pirsgirêkên cidî tên.”

‘Li ser qanûnê tê girtin’

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin ji ber cihêkariya zayendî û kêmaniyên qanûnên kar  bi asan ji kar tên derxistin. Jin di rewşên hevberdanê de rastî pirsgirêkên aborî tên. Mahsa R derbarê tiştên ku jiyankirî de wiha got: “Navbera min û hevjînê min xirab bû û ji ber vê yekê min xwest hevberdim û ji bo ez bi xwe herdû keçên xwe mezin bikin min velayeta wan girt. Dema min hevjînê xwe berda tû dahatek min nebû. Jinê ku di atolyan de kardikin peymana sîgortayê nîne, dema ku mufetîş tên atolye, xwediyê atolye pare dide mufetîş û ew bê qanûniya ku heye di veşêre.”

 ‘Wê jin bihêztir bibe’

Çalakvan Laila Sh destnîşan kir ku jin di aliyê aborî de têrkerin û ne girêdayî kesek din in, yek ji şert û mercên wekheviya azadiya zayendê ye û wiha got: “dema jinek bikare pêwîstiyên xwe ên aborî pêkbîne, bi xwezayî dibe xwedî hêza ku der barê jiyana xwe de biryar bidin. Serbixwebûna me ya aborî baweriyê dide me, dibe sedem ku em xwe teqdîr bikin û ji bo pêşketin û mezinbûnê me motîve dike. Di heman demê de ji bo kêmkirina cihêkariya zayendê de rolek mezin dilize. Weke jin dema em bi hêz dibin, civak jî pêşdikeve û astengiyên li pêşiya pêşketina me radibe.”

Laila Sh bi bîrxist ku di rewşa guherina di qanûnan de wê cihêkariya zayendî ji holê rabe û got: “Bi guherîna qanûnên kar re, di çarçoveya sigortaya jinan û gihana sûdên wê jî pêkwere. Ji ber vê jî divê di qanûnan de xebatên cidî were kirin, divê reformên siyasî û zagonî were kirin û çanda civakî a zeyendî were avakirin.”