Li Îranê ji 4 hemwelatiyên Behayî 20 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Koma Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku 4 welatiyên Behayî bi giştî 20 sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin.

Navenda Nûçeyan- Koma Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku Şaxa 26. a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê 4 welatiyên Behayî Şadî Şehîdzade, Mensûr Emînî, Valîullah Kadamiyan û Ataullah Zefer ji her yekî re 5 sal bi giştî 20 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 4 kesên navborî bi sûcdariya "endamtiya komên derqanûnî ji bo têkbirina ewlehiya Îranê" hatin cezakirin. Di daxuyaniyê de her wiha hat parvekirin ku tevî dadgehê di 10’ê Hezîranê de jî jêpirsîna 4 kesan berdewam kir û li 209’emîn Qada 209’emîn a Girtîgeha Êvînê bi awayekî bêdorveger hatin girtin.

Di demekê de ku zext û astengiyên sîstematîk li ser hemwelatiyên Behayî berdewam dikin, 4 hemwelatiyên din ên Behayî bi sedema çalakiyên xwe yên xwendinê di rojên borî de bi 31 sal zîndan hatin mehkûmkirin.