Li Îranê ji 16’ê Îlonê heya niha 44 parêzer hat girtin
Li Rojhilat û Îranê serhildanên ku bi pêşengiya jinan destpê kirin didomin. Dewleta Îranê ya bi mudaxaleyên hişk êrişî gel dike, bi hezaran kes binçav kir û girt. Di operasyonên li dijî hiqûanasan de 44 parêzer hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku piştî qetilkirina jina Kurd a ji Saqizê Jîna Emînî ku di 16’ê Îlonê de ji aliyê rejîma Îranê ve li Tehranê bi îşkenceyê hat qetilkirin li tevahî welat belav bû, 3 meh zêdetir e didome. Di serhildanan de nêzî 20 hezar kes hatin binçavkirin û girtin. Li welat ji 16’ê Îlonê heya niha 15 jê jin 44 parêzer hat girtin. 20 parêzer bi kefaletê hat berdan, pêvajoya wan a darizandinê bi awayekê ne girtî didome.
Qedexeya derketina derve dan parêzeran
Negin Kiani jî di nav de cezayê dû parêzerên ku darizandina wan didome, zelal bû. Li Alikara Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Hiquqnasên Azerbaycana Rojhilat û parêzer Sina Yousefi jî 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn û nêzî du salan derketina wê ya derveyî welat hat qedexekirin. Tê zanîn ku li gel cezayê girtîgehê ya li parêzer Negin Kiani hatiye birîn, derketina wê ya derveyî welat jî hatiye qedexekirin.