‘Li Îranê hikûmet bi xwe tundiya li dijî jinan birêxistin dike’

Parêzvana mafên jinan Şemseh Celalî, diyar kir ku li Îranê jin ji zarokatiya xwe ve ji ber cudakariya di nava malbatê de rastî tundiyê tên û wiha got: "Ev hikûmet bi xwe tundiya li dijî jinan birêxistin dike."

AGRIN HOSSEINI

Dîwandere – Parêzvana mafên jinan Şemseh Celalî der barê şîdeta malbatê ya li ser jinê de nirxandinan kir. Şemseh Celalî da zanîn ku li Îranê jin ji zarokatiya xwe ve di nava malbatê de rastî tundiyên curbicur tên û diyar kir ku hîna jî zarokên kur di nava malbatê de cihê serbilindiyê ye û cudahî li zarokên keç tê kirin.

'Kur wekî berdewamiya xetê tên dîtin'

Şemseh Celalî diyar kir ku kur wekî "berdewama xetê" tên dîtin û ev nirxandin kir: “Kur yek ji sedemên herî girîng ê parastina navê malbatê tê dîtin. Ev tê wê wateyê ku kur navê malbatê zindî dihêle û rêzê didomîne. Zarokên kur di nava malbatan de bêhtir tên qîmetkirin û ev cure cudakariya zayendî ji mêran derbasî jinan dibe. Jin bi nezanî rutîniya ku civaka baviksalarî li ser wan ferz dike didomînin."

'Zêdetir azadiya tevgerê didin zarokên kur'

Şemseh Celalî destnîşan kir ku tundiya di nava malbatê de ya li ser jinê hem zirarê dide malbatê hem jî zarokê. Şemseh Celalî destnîşan kir ku di hin malbatan de li mal an jî li cihên giştî azadiya çûnûhatinê ji kur re tê dayîn û got, “Keç rastî cudakariyên weke zewaca bi darê zorê û sînordarkirina şiyanên wan tên. Ev rewş dibe sedema hin pirsgirêkên derûnî û jin bêparastin bihêle.”

'Jin di nava malbatê de tên qetilkirin'

Şemseh Celalî anî ziman ku di malbatê de jinên di bin navê 'namûsê' de ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin û ji bo pêşîgirtina li şîdetê û piştî tundiyê ev tişt anî ziman:

“Ji ber vê yekê, ji bo rûbirûbûna vê diyardeyê, pêdivî ye ku derbarê perwerdehiya hişyarkirinê, kontrolkirina qanûn û çareseriyan de zanyariyek hebe. Piraniya jinên ku rastî şîdetê tên, ji ber sedemên cuda naxwazin vê yekê eşkere bikin. Aşkerekirina şîdetê, giliyê li dadgehan, şêwirmendî û psîkolog ji van kiryarên ku piştî tundî rû da divê bên kirin. Di binê van qetlîaman de reşbînî, pêşdaraziyên etnîkî, çandî û olî hene. Mînak li gorî xala 630’emîn a Qanûna Cezaya Îslamê, 'eger mêr jina xwe bibîne ku bi kesekî xerîb re zînayê dike, di cih de wan bikuje.' Qanûn rê li ber cînayetên bi vî rengî vekir."

'Hikûmet bi xwe tundiya li ser jinê bi rêxistin dike'

Şemseh Celalî bal kişand ser polîtîkayên dewleta Îranê yên li ser zêdekirina şîdeta li ser jinê û got, "Li Îranê 'polîsên exlaqî' dikarin bi hêsanî şîdetê li jinên ku qanûnên çewisandinê nagirin, bi kar tînin." Şemseh Celalî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin di nava civakê de xwedî maf û şansê hebûna xwe ye û wiha dewam kir:

“Tundiya li ser jinan li Îranê di bin sîwana hikûmetê de zêde dibe. Di rastiya xwe de rejîma Îranê bi xwe bi awayekî sîstematîk şîdeta fîzîkî, derûnî, aborî û siyasî li ser jinan dike. Yasayên di vê civakê de rastî cudakariya li ser jinan tê. Zihniyeta baviksalarî di qadên wekî jiyana kar û perwerdehiyê de cihêkariya zayendî belav dike û girantir dike. Ev hikûmet bi xwe tundiya li ser jinan bi rêxistin dike."