‘Li Îranê hevgirtina jinan a ku sînoran derbas dike çêbû’

Aktîvîst Salwa Qeqa diyar kir ku serhildana ku li Îranê bi qetilkirina Jîna Mahsa Emînî dest pê kir, hevgirtina jinên cîhanê ya ji derveyî sînor derxist holê û got: “Piştgiriya şoreşa azadiya jinên Îranê mijareke exlaqî û mirovî ye.”

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Jina Kurd a 22 salî Jîna Emînî li paytexta Îran Tehranê di 16’ê Îlona 2022’an de bi hinceta ku hicabê li xwe nake, ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hat qetilkirin. Bi vê yekê re li Îran û Rojhilat Kurdistanê bi pêşengiya jinan serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kir.

Aktivîsta mafên jinan Salwa Qeqa têkoşîna salekê ya jinên Îranê û serhildana gel ji ajansa me re nirxand.

‘Bû çirûska şoreşa jinan a gerdûnî’

Salwa Qeqa diyar kir ku qetilkirina Jîna Emînî bûye çirûska şoreşa jinan a gerdûnî û got:

“Jinên li çar aliyên cîhanê ji bo azadî û hevgirtinê li ber xwe didin, bertek nîşanî zilma li Îranê dan. Di serî de divê ev pirs bê kirin; Jîna çima wisa ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin? Ji ber ku wê hîcaba xwe danîbû? Ev mijar me vedigerîne dîroka Îranê ku Riza Pehlewî di sala 1926’an de bergiriya ramana sekuler û pêşverû kir, bi vekirîbûna xwe ji dema ku piştî derbeya li dijî rejîma padîşah hat ser desthilatdariyê tê naskirin. Bi saya şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn, dema ku civakan dest pê kirin û fêm kirin û zanibin tevî karesata mêtingeriyê li cîhanê çi diqewime, di wê demê de zelalî çêbû, li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê cureyek hişmendiya entelektuel derket holê.”

‘Hewldanek ji bo teqlîda pêşketina Rojava hebû’

Salwa Qeqa bi bîr xist ku piştî derbeya 1926’an a li Îranê, “Riza Pehlewî, damezrînerê Îrana nûjen” di sala 1936’an de hîcaba neçarî hat rakirin û diyar kir ku ji ber ku jin xwedî gelek mafên nedîtî ne, hewl didin pêşketina Rojava teqlîd bikin. Salwa Qeqa, anî ziman ku dema jinan di hilbijartinên sala 1963’an de mafê dengdanê bi dest xist, prensîba nakokiyê ji holê hat rakirin û wiha got: “Dibistan hatin tevlihev kirin. Temenê zewacê ji 14’an derxist 18’an, pirzewaciyê hat rakirin, qanûna parastina malbatê hat derxistin û mafê kurtajê hat dayîn. Lê di sala 1979’an de bi hatina Îslama siyasî re tecrîd, tundiya dewletê û bingehparêziya olî kûrtir bûn. Ev yek encama yekdestdariya desthilatdariyê û tepisandina sîstemeke siyasî ya bê azadî ye.”

‘Ya ku îro diqewime encama şoreşa jinê ye’

Salwa Qeqa bal kişand ku serhildana ku îro li Îran tê jiyîn, encama şoreşa jinê ye û got: “Piştî bêdengiya bi dehan salan ji nişka ve teqiya.” Salwa Qeqa diyar kir ku têkoşîna dîrokî ya jinên Îranê di serhildana îro de jî xwe dide der û wiha got:

“Di salên 1970’î de ji bo daxwaza azadî û wekheviya tam derketin rê û têkoşiyan. Wê demê hêzên pêşverû rewş xistin bin kontrola xwe. Her çend hêzên pêşverû yên serdema Pehlewî di dabînkirina azadî û wekheviyê de bihêz û bi bandor bûn jî hêzên mêtinger û emperyalîst li pişt wan bûn. Ji bo kontrolkirina dewlemendiya Îranê dixebitîn. Bi vî awayî, ez meraq dikim ku hêzên îslamî çawa desthilatdariya Îranê xistin bin kontrola xwe. Jin berdêla bûyerên li Îranê qewimîne didin. Hêzên emperyalîst heta ku çete bibin desthilatdar alîkariya wan dikin.”

'Jinan tevî zextan jî her dem daxwazên xwe anîn ziman'

Salwa Qeqa, destnîşan kir ku li Îranê Xumeynî û Îslama siyasî hat li ser desthilatdariyê, li ser jinan bi zori qûralê hîcabê hat ferzkirin û zarokên jin di dibistanan de rastî cudakariya zayendî tên û diyarkirin destkeftiyên jinan bi dest xistin hatin tunekirin. Salwa Qeqa, diyar kir dema ji sala 1979’an û vir ve tevî ku jin li dijî vê zîhniyeta paşverû zext ditîn jî her dem daxwazên xwe anîn ziman û wiha got: “Van zextan heta qetilkirina Jîna Emînî ya dîroka 16’ê Îlona 2022’an berdewam kir. Jina ciwan Jîna Emînî bi awayekî hovane hat qetilkirin. Hikûmeta ku mafên mirovan nas nake, pêşketina jinan naxwaze û ji bo vê her cure zextan pêk tîne heye. Ev encama girêdanek ya di navbera ol û siyasetê de ye. Divê  ol û dewlet ji hev bên cudakirin.”

'Piştgiriya femînîst a kurewî derket holê'

Salwa Qeqa, destnîşan kir ku bi qetilkirina Jîna Emînî re piştgiriyek femînîst a kûrewî ya ku sînorên Îranê derbas kir, derketiye hole û da zanîn ku derketina kolanan a jinên Îranê serîrakirinek bû. Salwa Qeqa wiha got: “Zext, komkujî û girtina mirovan ji aliyê dewleta Îranê ve êdî bûye domdariyek. Jin li dijî zilmê derketin û daketin qadan. Divê ev berxwedana wan were. Ev jinên ji aliyê desthilatdariyeke mêtinger ve nayên beralîkirin, bi bawerî û cesareta azadiya xwe dadikevin qadan. Qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê jinên cîhanê ve hat şermezarkirin."

'Kurd bûn rênîşandarê  Rojhilata Navîn'

Salwa Qeqa da zanîn bi peymanên hatine kirin Kurdistan bûye 4 parçe û wiha berdewam kir: “Hêza pêşverû ya ku Kurdan bi dest xistiye, ji bo welatên rojava û heta welatên herêmê bûye cihê tirsê. Ger herêm serbixwe bûya û rojava plana parçekirina wê herêmê nedikir ma, wê Kurd bibûna rênîşandar û hêza aboriya li Rojhilata Navîn. Lê dema em li encamê dinêrin, hêzên serwer ên ku Rojhilata Navîn di warê civakî û siyasî de kontrol dikin, naxwazin Rojhilata Navîn bibe cihekî pêşketî û pêşveçûyî.

Rêber Abdullah Ocalan, di encama komploya navneteweyî de li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Bi gotina min fîlozofê demê Abdullah Ocalan, ji ber ku dengê azad a Kurdan bû, hat girtin. Rêber Abdullah Ocalan, parçebûn û avakirina dewleteke yekbûyî ya ji bo Kurdan bawer nake, li şûna wê li herêmên Kurdan ên mîna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikra jiyana li hev re û xweseriyê ava dike. Ji bilî seknên siyasî yên ku herêmê hildiweşîne, mafên jinan nas nake û ji azadî, wekhevî û demokrasiyê bawer nake, piştgiriya şoreşa azadiya jinên Îranê mijarek exlaqî û mirovî ye.”