Beşdariya Baran Kewserî ji bo pêşandana fîlmê xwe hat qedexekirin

Derhênerê filma ‘Bajarê Bêdeng’ Ehmed Behramî ragihand ku beşdarbûna Baran Kewser di pêşandana fîlme ku tê de rol girtibû de hatiye qedexekirin.

Navenda Nûçeyan- Derhênerê fîlma ‘Bajarê Bêdeng’ Ehmed Behramî di hevpeyvînek bi ajansa nûçeyan a navxweyî ya Îranê de ragihand ku destûr nehatiye dayîn Baran Kewserî kar bike û beşdarî pêşandana filmê ku tê de lîstiye bibe.

Da zanîn ku mixabin li Baran Kewserî ne tenê qedexeya beşdarbûnê, pêşandana fîlm jî lê hatiye qedexekirin û wiha got: “Me sê poster dîzayn kir, polîsên exlaq dest danîn ser poster û tabloyên me. Ev cara yekem bû di vê astê de kar dikim. Ew her dem saetek pêşiya min dihat ser kar.”

Baran Kewserî lîstikvana sînema û televîzyonê ya Îranê ye. Yek ji wan hunermendan e ku piştgiriya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ kir û nerazîbûn nîşanî tundiya li hemberî xwepêşanderan di serdema şoreşa ‘Jin iyan Azadî’ de bû.

Baran Kewserî bê hîcaba bi zorê beşdarî kombûna danasîna fîlm bûbû, ev yek bû sedem ku rastî nerazîbûnên rejîma Îranê were.

Baran Kewserî jî ji ber piştgirî daye şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ qedexeya kar û derketina derveyî welat li ser hatiye ferzkirin.