Li Îranê girtina jinan berdewam dike

Hat zanîn ku li Îranê di nava hefteyekê de zêdetirî 15 jinên çalakvan ên ku piştgirî dane serhildana bi navê “Jin Jiyan Azadî” hatin girtin û nayên zanîn cihê wan li ku ye.

Navenda Nûçeyan- Serhildana bi navê “Jin Jiyan Azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve dest pê kir û berdewam dike, rastî îşkence, binçavkirin, revandin û girtin û cezakirinê tê.

Ji aliyê Muhafizên Şoreşê yên Îranê ve di nava hefteyekê de bi hinceta ku piştgirî dan serhildanê hat zanîn ku zêdetirî 15 jinên çalakvan hatine girtin. Di nava wan de rojnameger, wênekêş, nivîskar û mamoste jî di nav de ji gelek bajaran jin hatin girtin.

Nayê zanîn jinên girtî birine ku derê

Tê fikirin ku hejmara jinên ku hatine girtin hîn zêdetir be lê belê tenê malbata 15 kesan li ser parvekirinên medyaya dîjîtal gihîştin nasnameyên wan. Li gorî agahiyên ku hinek malbatan dane kesên ku hatine girtin zextê dîtine. Nayê zinîn ku jinên girtî birine ku derê. kesên hatine girtin

Kesên hatine girtin ev in:

“Ji bajarê Raşt; Zahra Dadres, Cilve Cevahirî, Forug Semi Niya, Metîn Yezdanî, ji bajarê Fumen; Negîn Rezayî Bender, ji bajarê Enzelî; Yasemî Hoşderî, ji bajarê Lahican; Şiva Şah Siyah, Vahedeh Xoşsiret, ji bajarê Tahran; Elahe Asekrî, Nerges Serdarî û keça wê.”