Li Îranê gel daket kolanan

Di yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana piştî wê de gel daket qadan û dirûşma “Bimre dîktator” berz kirin.

Navenda Nûçeyan – Di 14’ê Îlona 2022’an de jina Kurd Jîna Emînî bi hinceta ku hîcaba xwe baş girênedaye ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yê Îranê ve hat binçavkirin û hat îşkencekirin. Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li nexweşxaneya ku lê dima jiyana xwe jidest da û piştî qetilkirina wê li seranserî welat bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ xwepêşnadan hatin lidarxistin. Bi boneya yekemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îranê gel daket qadan.

Li Îranê ku tevahiya rojê tedbîrên leşkerî dihatin girtin, hem li ser malperên fermî yên hikûmetê hem jî bi peyamên bi telefonan re hişyarî hat dayîn ku dernekevin kolanan. Gelê ku guh neda hişyariyan li Seqiz, Sine, Urmiye, Sîstan û Belûcîstanê daketin qadan.

Di gelek dîmenên ku li ser medyaya dîjîtal hatin weşandin de kesên dadikevin kolanan tê dîtin ku dirûşmên “Bimre dîktator” qîr dikin. Li Sanandajê jî kolan bi berbestên ji çopan pêktê hatin girtin. Ji aliyeke din ve hêzên rejîmê li Taxa Barî Shilanan ya Mihabadê êrîşî xwepêşanderan kirin. Di êrîşa ku guleyên rast hatin bikaranîn de herî kêm welatiyek birîndar bû. Di mudaxaleyan de leşkerên rejîma Îranê gelek kes binçav kirin.