Li Îranê êrîşên li ser xwendekarên keç berdewam dikin
Êrîşên gaza kîmyewî yên li dijî xwendekarên jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin protestokirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/03/20230308-20230308-iran-jpeg815506-image-jpg07f4eb-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Êrîşên li ser xwendekarên keç ên ku pêşengiya serhildana Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dikin, her ku diçe zêde dibin. Heta niha li sedan dibistanan zêdetirî 5 hezar xwendekarên keç ji ber gazên ku hatine bikaranîn jehrî bûne û ji wan xwendekarên jehrî bûne 4 kes mirine.
Li dijî êrîşên bi gaza jehrî protesto kirin
Duh li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li ser kêmî 50 dibistanên keçan êrîş li gelek xwendekaran hat kirin. Xwendekarên jehrî bûn rakirin nexweşxaneyan. Li dijî êrîşên gazên jehrî duh li dehan bajaran xwendekar û malbatên wan daketin qadan. Hêzên rejîmê êrîşî xwepêşandanan kir.
Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, tê payîn ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî zêde bibin.