Li Îranê êrîşên kîmyewî yên li dijî dibistanên jinan didomin

Li Îranê bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin didome. Hat zanîn ku li dibistanên keçan ên bajarên Tahranê, Erdebîl û Neqede xwendekarên jin bi jehrê ketin û wan rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin didome. Li dibistanên keçan ên bajarên Tahranê, Erdebîl û Neqede xwendekarên jin bi jehrê ketin û wan rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî dîmenên ku hatin weşandin, gelek xwendekar ji ber bêhn tengbûnê, lêdana bi lez a dil, serêş û tevizandin jiyan kirin û sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.

Tê diyar kirin ku bi vekirina dibistanan a piştî bêhnvedana Newrozê, Komara Îslamî ya Îranê ji bo jin û zarokên keçan ji şoreşa “Jina Azadî” durbixe, dest bi êrîşên kîmyayî û pergalî kir û her roj hejmareke zêde xwendekarên keç hedef digre.