Li Îranê erdheja bi pileya 5.3 çêbû

Hat ragihandin ku li navçeya Şusif a girêdayî herêma Xoresan a Îranê di saet 4:11’an de bi pileya 5.3 erdhej çêbûye. Lê der barê zirar û ziyanên madî û canî de hê tu agahî nehatiye belavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Şusif a girêdayî herêma Xoresan a Îranê, di kûrahiya 10 km. de bi mezinahiya pileya 5.3 erdhej çêbû.

Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê ragihand ku navenda erdhejê navçeya Şusif a girêdayî herêma Xoresanê ye. Her wiha diyar kir ku erdhej bi pileya 5.3 di saet 4:11’an de çêbuye.