Li Îranê du mehek de 19 jin û du zarok hatin qetilkirin
Li Îranê şîdet û bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin. Di mehên Mijdar û Kanûnê de 19 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. 5 jin jî li girtîgehên ku lê diman hatin bidarvekirin.
Navenda Nûçeyan – Îranê ji ber polîtîkayên desthilatdariya mêr û bêcezakirinê, jin di her warê jiyanê de rastî cudakariyê tên. Bi van ve girêdayî her diçe bûyerên qetilkirina jinan zêdetir dibin. Li Îranê ji ber ku hebûn û îradeya jinan nayê naskirin, jin ji aliyê dewlet, hevjîn, bav, bira û kurên xwe ve tên qetilkirin. Li gorî daneyên ajansa me; di mehên Mijdar û Kanûnê de 19 jin û 2 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 5 ji wan jinan hatin darvekirin. Mirina bi guman a 3 kesan jî weke ‘xwekuştin’ ket qeydan.
Bûyerên di mehên Mijdar û Kanûnê de qewimîn wiha ne:
21’ê Mijdarê: Li gundê Pasove yê girêdayî navçeya Pîranşarê jina 22 salî ya bi navê Masouma Azarang hat qetilkirin.
21’ê Mijdarê: Li gundê Welagoz ê girêdayî navçeya Kordkoya bajarê Gulistanê du jinên bi navê Zahra Moghadam û Ghancheh Rasoulî hatin qetilkirin.
21’ê Mijdarê: Xwendekara 16 salî ya bi navê Sogand Zamanpour hat qetilkirin.
22’yê Mijdarê: Dayika du zarokan a şêniya bajarê Bandar Abbas, Halîme Abdullahî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
24’ê Mijdarê: Li eyaleta Loristanê Farîba Malekî Shîravand, a 36 salî, li Girtîgeha Navendî ya Khorram Abad hat bidarvekirin.
24’ê Mijdarê: N.H. ya 25 salî ya li beşa norolojî ya Nexweşxaneya Îmam Huseyîn tedawî didît bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina wê weke ‘xwekuştin’ ket qeydan.
25’ê Mijdarê: Li Tehranê jinek, ji aliyê malbata hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
26’ê Mijdarê: Jinek ku li Tehranê dijiya û nexwest mafê mîrasê bide bavê xwe, ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.
27’ê Mijdarê: Li Buşehrê dayika sê zarokan Shahrbanu Shakerdargah, ji aliyê kesek nediyar ve hat qetilkirin.
29’ê Mijdarê: Li Îlamê jineke 46 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
30’yê Mijdarê: Fatemeh Amedî ya 27 salî ku ji gundê Jabrî yê Sarpol Zahav bû hat qetilkirin.
30’yê Mijdarê: Nazanîn Mohammadî ya 35 salî, dayika du zarokan a ji Bukanê hat qetilkirin.
1’ê Kanûnê: Li bajarê Karajê xortekî tiryakkêş, dê û bavê xwe qetil kir.
1’ê Kanûnê: Farkhunda Allah Moradî ya 50 salî ku li li Girtîeha Dastger a Îsfahanê girtîbû, hat bidarvekirin.
2’yê Kanûnê: Faridah Jafarzadeh a ji Îlamê û ji bajarê Dehlranê Alia Kavarizadeh, hatin bidarvekirin.
3’yê Kanûnê: Parêzer Samieh Hosseinbar a 37 salî ku Beluc bû li bajarê Zahedanê ji aliyê kesên nenas ve li nava kolanê rastî êrişa çekdarî hat. Samieh Hosseinbar, di encamê de jiyana xwe ji dest da.
5’ê Kanûnê: Li bajarê Korve, di nava kola Sarabê de cenazeyê jineke ku tê texmînkirin 40 salî ye hat dîtin.
6’ê Kanûnê: Li bajarê Miandoabê mêrek ji ber ku nexwest pê re bizewice, dergistiya xwe ya 19 salî Muhaddith Cedidit û xwişka wê ya 17 salî Haditha Cedidit qetil kir.
7’ê Kanûnê: Amina Alipour a 37 salî ku di Girtîgeha Zanjanê de girtîbû hat bidarvekirin.
9’ê Kanûnê: Li aliyê rojhilatê Tehranê jinek hat qetilkirin
9’ê Kanûnê: Li herêma Mubarekabad a Tehranê li ser kemera avê jineke mirî hat dîtin.
9’ê Kanûnê: Di bîreke li nêzî bajarê Valenjak ê Tehranê de cenazeyê jineke ku bi îşkenceyê hatibû qetilkirin hat dîtin.
11’ê Kanûnê: Ji gundê Rajabi Selas Bavehjanî dayika sê zarokan Parvîn Rahmanî hat qetilkirin.
11’ê Kanûnê: Li gundê Parî yê girêdayî navçeya Zand a bajarê Malairê Leyla Moradî ya 9 salî ku sê roj bûn winda bû, diyar bû ku ji aliyê kurê dêmariya xwe ve hatiye qetilkirin.
12’ê Kanûnê: Aralık: Li bajarê Hoîzeh ê nêzê bajarê Ahwazê ye jina bi navê Nahid Daghaghle, li mala xwezûrê xwe mirî hat dîtin. Hat diyarkirin ku rû û bedena jinan ciwan reş bûbû.
14’ê Kanûnê: Li gundekî Malairê jineke 68 salî hat qetilkirin.
15’ê Kanûnê: Jineke li Girtîgeha Yezdê girtîbû hat bidarvekirin.
17’ê Kanûnê: Efat Hamidî ya 35 salî ya li Girtîgeha Sari girtîbû, hat bidarvekirin.