Li Îranê derbarê dû çalakvanan de biryara darvekirinê hat dayîn
Hikumeta Îranê di dayina cezayê darvekirinê ya xwepêşanderên serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî re detpê kirin berdewam dike. Li welat derbarê dû xwepêşanderan biryara darvekirinê hate eşkerekirin.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Bilind ya Îranê, derbarê dû kesên ku bejdarî xwepêşandanan bûne cezayê darvekirinê hate pesend kirin. Dadgeha bilind piştî dosyaya 5 kesan lêkolin kir diyarkirin ku cezayê darvekirinê yê Muhammed Mehdî Karami û Seyid Muhemmed Huseyni hatiye erêkirin. Li Karaja Rojavayê Tahranê dema serhildanê ji sucê ku ‘Endamê Besic Kuştiye’ gelek kes hatibû darizandin.
Di heman dosyayê de 3 biryarên darvekirinê taloq kirin
Dadgehê derbarê bijîjk Hamid Gar- Hasanlu, Huseyin Muhammedi û Reza Arya yên ku tên darazandin de biryara darvekirinê betal kirin.
Ji bo 14 kesan cezayê girtîgehê
Di çarçoveya heman dosyayê de cezayê girtîgehê li 14 kesan hat birîn, hat zanîn ku wê ev doz cardin were ditîn û wê cardin werin darizandin.