Xizmên Windayan vê hefteyê jî gotin: Îsa Soysal li ku ye?

ÎHD’ê û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê ya li Amedê de li aqubeta Îsa Soysal ê di sala 1988'an de hat windakirin, pirsîn.

Amed- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Amedê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya ku bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar dixin de di hefteya 726'an de ya li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuluya Amedê daxuyanî da. ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqubeta Îsa Soysal ê di sala 1988'an de hat windakirin, pirsîn. 

‘Ji aliyê kesên ku cilên sivîl li wan bû bi zorê hatin revandin’

Serpêhatiya windakirina Îsa Soysal ji aliyê Cîgira Serokê ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Demîr ve hat vegotin û bi van gotinan domiya: “Îsa Soysal zewicî bû û sê zarokên wî hebûn, di payîza 1988'an de Îsa li mala xwe ya li gundikê Kerûx ê girêdayî gundê Bozalan a Silopiyê ji aliyê sê kesên kincên sîvîl li xwe kiribûn ve ji mala xwe bi zorê hat derxistin. Ji roja ku birine heta niha careke din xeber jê nehat girtin. Îsa bi ajal û cotkariyê re mijûl dibû. Berê qet nehatibû binçavkirin.”

‘Ji Îsa Soysal êdî xeber nehat girtin’

Kesên nenas hatin mala wî gotin ku karê wan pê heye û gotin em ê herin Amedê. Wê rojê Îsa Soysal li gel xwe birin, ji wê rojê ve careke din ji Îsa Soysal xeber nehat girtin. Malbata ku tu xeber jê negirt, piştî ku 10 rojan man li bendê li her derê li wî geriyan lê tu encam bi dest nexistin. Malbata wî û xizmên wî li qereqol û nexweşxane û girtîgehan pirsa Îsa Soysal kirin. Li ser îxbara ku hatiye malbata Soysal li nexweşxane û girtîgehên Iraqê li Îsa digerin lê belê tu encamê nagirin.”

‘Di lêkolînan de negihîşt zanyariyak aydê Îsa Soysal’

 Di serê sala 1994'an de gund ji aliyê leşkeran ve hat valakirin. Xizmên Îsa ji ber tirsa wê demê heta sala 2009'an bi awayekî fermî serî li tu derê nedan. Di sala 2008'an de rojnameger Faruk Aslan pirtûka Karakutu: Navê tarî yê Ergenekonê Tuncay Guney parve kir. Tuncay di pirtûka xwe de gotiye kesên di salên 1990'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin kuştin li Tesîsên Leşkerî yên Botaşa Silopiyê hatine veşartin. Li ser vê yekê Baroya Şirnexê li Dozgeriya Komarê ya Silopiyê gilî kir. Xwest li cihê bûye mijar lêkolîn lê bê kirin. Li ser vê serlêdan hat kirin û birayê Îsa Musa Soysal jî serlêdan kir. Di 2009'an de li Tesîsên Leşkerî yên Botaşa Silopiyê lêgerîn hat kirin û hestî derketin. Lê malbat li wir negihîşt agahiyek der barê Îsa de."

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.