Li Îranê çewisandina hunermend û aktîvîstan

Rejîma Îranê tirs û zextên xwe yên li ser jinên çalakger û hunermend zêdetir dike. Lîstikvana navdar Elnaz Şakirdost ji ber şîna kuştiyan girt ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve bangî wê hat kirin;cezayê girtîgehê yê aktîvîsta sivîl Sîma Mezleqanî jî hat erêkirin

Navenda Nûçeyan – Li Îranê piştî serhildan û xwepêşandanên berfireh ên meha Çileya sala 2026'an, ku bi hezaran kes hatin binçavkirin û kuştin, desthilatdariya Komara Îslamî stratejiyeke tund a çewisandinê dimeşîne. Dezgehên dadwerî bi riya sorkirina dozên ewlehiyê li dijî kesayetên naskirî yên civakê û hunermendan, hewl didin pêşî li berfirehbûna pêlên nû yên nerazîbûnê bigrin. Pêla fişar û çewisandinên dezgehên ewlehî û dadwerî yên Îranê li dijî dengê kesên nerazî her diçe berfirehtir dibe. Di vê çarçoveyê de hem hunermendên navdar, hem jî aktîvîstên mafên sivîl bi doz û cezayên giran re rûbirû dimînin.

Ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bang li lîstikvan Elnaz Şakirdost hat kirin

Lîstikvana fîlm û televîzyonê Elnaz Şakirdost, di 10’ê Tîrmehê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtîl ragihand ku ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatiye bangkirin. Li gorî daxuyaniya dadgehê, Elnaz bi "sûcên siyasî û ewlehiyê" tê sûcdarkirin û divê heta roja Yekşemê 12’ê Tîrmehê derkeve pêşberî dadgehê.

Biryara dadgehê ya ku piştî Şakirdost di Sibata borî de wekî bertek beşdarbûna Mihrîcana Fajr a dewletê red kir hat girtin û xelata "Simûrg" qebûl nekir. Şakirdost di peyama xwe de bal kişand ser kuştiyên xwepêşandanên dawî û got: “Ez şînî me, şîna çil hezar welatiyên xwe yên ku hatine kuştin digrim. Ez êdî beşdarî pîrozbahiyan nabim û li axa ku bêhna xwînê jê tê tu rolê nelîzim.”

Cezayê 2 salan ê Sîma Mezleqanî ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat erêkirin

Li aliyê din, dadweriya Îranê cezayên girtîgehê yên li ser aktîvîstên sivîl pesend dike. Li gorî raporên torên mafên mirovan, cezayê du salan ê girtîgehê yê Sîma Mezleqanî, aktîvîsta sivîl û yek ji girtiyên xwepêşandanên meha Çileya sala 2026'an, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat piştrastkirin.

Li gorî biryara dawî, cezayê aktîvîst wekî "hikmê tezirî" hatiye birîn ku 18 mehên wê ji bo dema du salan hatine taloqkirin û divê 6 mehên mayî di girtîgehê de derbas bike.

Di dosyaya dadgehê de tohmetên wekî "civîn û lihevhatin bi mebesta çalakiyên li dijî ewlehiya welat" û "rêberiya xwepêşandanan" li Mezleqanî hatine kirin. Wekî belgeyên tawanbarkirinê jî beşdariya wê ya di xwepêşandana 20'ê Sibatê de, kişandina dîmenan ji goristana Behiştê Zehra û redkirina radestkirina şîfreya telefona wê hatine nîşandan. Her wiha hat diyarkirin ku meqamên dadwerî kopyaya tam a biryarê nedane parêzer û malbata wê û tenê kurteyek pê re parve kirine.