Li Îranê çavkaniyên avê ji ber rêveberiya xirab zuha dibin
Li Îranê kêmbûna çavkaniyên avê yên ku nû dibin, encama bi salan paşguhkirinê û rêveberiya bêbandor a çavkaniyên xwezayî ye. Ev krîz niha sînorên jîngehê derbas dike û gefê li ewlehiya xwarinê, koçberî û pêşeroja civakî ya welat dixwe.
Navenda Nûçeyan- Îran li gel guherîna avhewayê û bandora biryarên bi dehsalan ên rêveberiya avê, bi leztir ber bi zuhabûna çavkaniyên avê ve diçe. Kêmbûna çavkaniyên avê yên nû dibin, bikaranîna zêde ya çavkaniyên ava binê erdê û berdewamiya adetên xerckirina zêde ku encamên wê li seranserê welat tên hîskirin, krîza rêveberiyê nîşan dide.
Kêmbûna hêdî ya çavkaniyên avê
Seroka Enstîtuya Avê li Zanîngeha Tehranê Benefşe Zehraî, ragihand ku çavkaniyên avê yên nûjenbar ên Îranê li gorî bîlançoya avê ya herî dawî, daketiye 92 milyar metrekupî, berê 110 milyar metrekupî bû. Ev kêmbûna 17 milyar metrekupî ya çavkaniyên avê yên nûjenbar di çend salên borî de nîşana zêdebûna zextê li ser rezervên xwezayî yên welêt e.
Di heman demê de, çavkaniyên avê yên nû dibin, di salên dawî de ji nêzî 7,000 metrekupî, daketiye nêzî 1,200 metrekupî; vê hejmarê Îranê xistiye nava herêma ku krîza avê lê zêde ye.
Krîza ku ji aliyê rêveberiyê ve hatiye afirandin xwedî gelek faktoran e
Krîza avê li Îranê ne tenê ji ber kêmbûna baranê ye. Pêşxistina çandiniyê li herêmên kêmav, bikaranîna zêde ya ava binê erdê, projeyên pêşketinê yên ku bêyî berçavgirtina têr a kapasîteya ekolojîk a van deveran tên pêkanîn û nebûna rêveberiya yekgirtî ya çavkaniyên avê weke faktorên sereke yên ku şekil didin rewşa heyî tên qebûlkirin.
Li gelek herêman, çavkaniyên ava binê erdê her diçe kêmtir dibin û bûyerên weke daketina erdê encameke rasterast a derbasbûna kapasîteya çavkaniyên ava binê erdê ne.
Kêmbûna avê mirovan ji cih û warên wan dike
Krîza avê hêdî hêdî ji pirsgirêkek jîngehê veguherî pirsgirêkeke civakî. Li gorî Navenda Neteweyî ya Rêveberiya Krîza Avhewa û Hişkesaliyê ya Ajansa Parastina Jîngehê, di navbera salên 2022 û 2024’an de, ji ber encamên guherîna avhewayê û pirsgirêkên ji ber kêmbûna avê, nêzî 800,000 kesan ji herêmên başûr û navendî yên welat ber bi herêmên bakur ve koç kirine.
Pispor hişyar dikin ku ger ev rewş berdewam bike, dibe zextê li ser binesaziya bajar bike, marjînalîzebûnê zêde bike û newekheviyên civakî xirabtir bike.
Baranê jî krîzê bi dawî nekir
Zêdebûna barana îsal û mezinbûna rezervên di hinek bendavan de jî rewşê neguherandin û fikarên li ser krîza avê kêm nekirin. Wezareta Enerjiyê her wiha tekez kir ku Îran hê neketiye demsala baranê û şert û mercên heyî nayên wateya bidawîbûna ziwabûnê.
Pispor bawer dikin ku krîza avê bi demsala baranê re ji holê ranabe û encama kombûna pirsgirêkan e, diyar kirin ku pêwîst e di polîtîkayên rêveberiya çavkaniyên avê de guherînên bingehîn werin kirin.
Xerckirina zêde berhemdariya kêm
Li welat di hilberîna avê de ku xwedî para herî mezin a xerckirina avê ye, rêbazên avdanê yên kevneşopî hê jî berbelav in û hilberîna avê hê di bin standardên navneteweyî de dimîne.
Tevî bernameyên têkildarî bikaranîna ava qirêj û vezîvirandina avê di qada pîşesaziyê de, gelek yekîneyên pîşesaziyê hê jî girêdayî çavkaniyên ava xam in.
Pêşeroja avê bi biryarên guherbar ve girêdayî ye
Ezmûnên ji welatên curbecur nîşan didin ku krîza avê dikare bi veberhênana di teknolojiyê de, vezîvirandina avê, baştirkirina şêwazên çandiniyê û rêveberiya zanistî were kontrolkirin. Lê belê li Îranê, pispor tekez dikin ku heta polîtîkayên makro-avê neguherin û biryar li gorî kapasîteya rast a çavkaniyên xwezayî yên welat neyên girtin, krîza avê dê kûrtir bibe; ev krîz ji bo pêşeroja Îranê bûye yek ji pirsgirêkên herî girîng.