Jinên Iraqî ji bo maf û pêşerojê bi Şêwirmenda Serokwezîr Ala Talabanî re civiyan
Çalakvan, akademîsyen û rojnamevanên jin, ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jinên Iraqî, bi Şêwirmenda Serokwezîr re rûniştin û ji bo rawestandina tundiyê, parastina jîngehê û mafên kêmneteweyan projeyên xwe yên nû pêşkêş kirin.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Bexda – Komeke çalakvan, akademîsyen û rojnamevanên jin, duh ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên ku jinên Iraqî pê re rûbirû dimînin û rêbazên pêşxistin û bihêzkirina jinan a di qadên cuda de, bi Şêwirmenda Serokwezîr a Karûbarên Jinan Ala Talabanî re civiyan.
Di civînê de ji bilî kêmkirina tundî, tacîz û şantajên elektronîkî yên li dijî jinan, gelek raman, proje û pêşniyarên têkildarî bihêzkirina aborî ya jinan, parastina jîngehê û têkoşîna li dijî bandorên guherîna avhewayê, piştgiriya rêxistinên civaka sivîl û xurtkirina rola rojnamevanên jin hate nîqaşkirin. Her wiha rewşa jinên ji beşên cûda yên nifûsa Iraqê jî hate nîqaşkirin.
Şêwirmenda Serokwezîr a Karûbarên Jinan Ala Talabanî, li projeyên cûrbecûr û destpêşxeriyên ku ji hêla beşdaran ve hatine dayîn, guhdarî kir. Projeyên ku armanc dikin beşdarî guhertina rewşa heyî ya li Iraqê bibin û piştgirî bidin pêşketin û aramiyê. Ala Talabanî, da zanîn ew li Bexda û bajarên din di qadên cûrbecûr û di hemû astan de ji bo peydakirina piştgirî û alîkariyê ya jinan bi biryar in.
Kêmkirina tundiya li dijî jinan
Ala Talabanî, diyar kir ku kêmkirina tundiya li dijî jinên Iraqî di nav pêşîniyên Şêwirmendiya Serokwezîr a Karûbarên Jinan de ye û bal kişand ser madeya 13’an a bernameya hikûmetê ku parastina jinan a ji tundiyê pêşbinî dike. Ala Talabanî, destnîşan kir xebatên ji bo têkoşîna li dijî destdirêjiyê hatine destpêkirin, mijarên destdirêjiyê yên li sektorên giştî û taybet û li kolanan tên jiyîn hatine destgirtin û ji bo parastina jin û zarokên keç mekanîzmayên hişyarî, rapor û şopandinê tên pêşxistin. Ala Talabanî, wiha got: “Em li ser qanûnên ku niheqî li jinan dikin û mafên wan binpê dikin dixebitin. Ji ber ku ev garantiya parastina jinan e. Maf bi hebûna qanûnên bihêz ên ku jinan ji gelek tiştan an go ji tundiyê diparêzin, tên mîsogerkirin.”
Ala Talabanî, diyar kir ji bo avakirina dewletek demokratîk civakek sivîl a bihêz û bibandor pêwîst e û bal kişand ser rola girîng a rêxistinên civaka sivîl a di piştgiriya jinan, parastina mafên wan û şerê li dijî tundiyê de. Ala Talabanî, destnîşan kir ku lêkolînên jinan hewceyê hevkariya bi civaka sivîl, navendên ramanê û medyayê ye û got ku hewldanên ji bo piştgirîkirin û parastina rojnamevanên jin dê berdewam bikin.
Tundiya navmalî, destdirêjî, şantajên elektronîkî û êrîşa zayendî hat nîqaşkirin
Çalakvan Ansam Qadir jî, di dema beşdarbûna xwe ya di rûniştinê de diyar kir ku di civînê de pêwîstiya dîtina çareseriyan a ji bo pirsgirêkên têkildarî tundiya navmalî, destdirêjî, şantajên elektronîkî û êrîşa zayendî ya jinan hatiye tekezkirin. Ansam Qadir, diyar kir ku divê kêmasiyên yasadanînê û kêmasiyên ku di performansa hinek kesên berpirsiyar ên pirsgirêkên jinan de dibin sedema windakirina pêşeroja gelek jinên ciwan, werin çareserkirin.
Banga piştgiriyê
Întîsar Cabbar jî, projeya xwe ya "Darên Koçber" û ji nû ve çandina van daran a li Iraqê pêşkêş kir. Întîsar Cabbar, zehmetiyên ku ew tevî projeya xwe pêşkêşî saziyên têkildar ên mîna Wezareta Jîngehê kiriye jî bi biryardarî û berdewamiyê derbas kiriye vegot. Întîsar Cabbar, da zanîn armanca wê ew e Iraqek kesk ku nebatan vejîne û bandorên guherîna avhewayê kêm bike bi dest bixe û diyar kir ji bo bidestxistina vê armancê hewceyê piştgiriyên mezin e.
Bihêzkirina jinên kêmneteweyan
Çalakvan Îxlas Kamil Behname jî li ser navê kêmneteweyan axivî û diyar kir jinên Xiristiyan, Êzîdî, Sabî û pêkhateyên din ên civaka Iraqê rastî îhmal û neheqiyê tên. Îxlas Kamil Behname, wekî jinek Xiristiyan axivî û got ku jin bingeha aramiya malbatê û pêşketina wê ne û parastina cihêrengiya Iraqê bêyî cudahî, hewceyî balkişandina ser hemû pêkhateyan e. Îxlas Kamil Behname, diyar kir bihêzkirina aborî ya jinan an jî bihêzkirina ciwanan a di van malbatan de dê ji bo aramiya wan li herêmên û kêmkirina koçberiyê bibe alîkar. Îxlas da zanîn ku bi vî awayî dê hebûna van civakan di civakê de xurt bike û rolên wan biparêze.
‘Pêşketina aborî û veberhênanên li herêmê wê destek bide aramiya malbatan’
Îxlas Kamil Behname, da zanîn divê Deşta Nînewa ya xwedî cihekî olî, dîrokî û demografîk ê taybete bê parastin û mafên Xiristiyanan bên parastin. Îxlas Kamil Behname, tekez kir ku pêşketina aborî û veberhênanên li herêmê wê destek bide aramiya malbatan û hebûna wan a berdewam. Îxlas Kamil Behname, destnîşan kir ciwanên jêhatî li şûna kesên teqawid dibin an jî kadroyên xwe yên di meqamên giştî yên ji bo Xiristiyanan hatine veqetandin de nayên tayînkirin. Îxlas da zanîn bi têrkêrî temsilkirina vê civakê ya di meqamên bilind ên dewletê de beşdariya wan a bi bandor sînordar dike.
Îxlas Kamil Behname, behsa Yasaya Hejmar 188 a li ser Rewşa Kesane kir û destnîşan kir ku yasayek taybet a Xiristiyanan tune ye ku rewşa wan a kesane sererast bike. Îxlas Kamil Behname, destnîşan kir ku Xiristiyanî li ser wekheviya di navbera jin û mêran de ye û diyar kir ku rêziknameya rewşa kesane ya Şîeyan bandorek neyînî li ser malbatên Xiristiyan û kesên xwedî olî din dike. Îxlas Kamil Behname, wiha got: “Divê yasa bi awayekî parastina pirrengiya civakî ya Iraqê û pêkanîna mafên hemû pêkhateyên ji nû ve werin berçav girtin.
Ala Talabanî, li raman û projeyên di civînê de hatin pêşkêşkirin guhdar kir û diyar kir ew li Bexda û bajarên din di qadên cûrbecûr û di hemû astan de ji bo peydakirina piştgirî û alîkariyê ya jinan bi biryar in.