Li Îranê berxwedana jinan bi ser ket: Qawîşa 8’emîn hat girtin

Aktîvîsta mafên mirovan Mojgan Îlanloû ku demek girtî bû, bi van gotinan girtina 8'emîn qawîşa Girtîgeha Karçakê ya ku bi berxwedana jinan û îşkenceyên tên pêkanîn re dihat bibîranîn ragihand: "Em serkeftina xwe pîroz dikin.”

Navenda Nûçeyan- Aktîvîsta mafên mirovan Mojgan Îlanloû ku piştgirî dide serhildanên ji 16’ê Îlonê ve li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê didome, li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku qawîşa 8’emîn girtîgeha Karçakê ku demek ew jî dihat girtin, bi berxwedana jinan re hat girtin.

Parvekirina ku Mojgan Îlanlou agahiya girtina qawîşa 8’emîn ragihand, wiha ye:

"Dibe ku ev nûçe ji bo gelek mirovan agahdariya ji rezê be. Ev nûçe ji bo em girtiyên jin ên ku di yek ji demên herî tirsnak ên dîroka hevdem de di zindanên bê hewa û bê av de asê hepsbûne, wateyek din îfade dike. Em bi girtine, birin qawîşa 8’emîn a Girtîgeha Karçakê. Qawîş wek sahneyek fîlmek tirsnak bû. Ew qas qelebalix bû ku, ji vê qelebalixê yek dengek jî derneket. Korîdorek ku kesên ku ji ber pergalê aciz dibûn dihatin heps kirin. Me hewil didan li qawîşa 8’emîn zarokên keç ên ditirsiyan sakîn bikin, spihin dikevin porên wan kontrol bikin ku rê li ber belavbûna wan bigirin û nexweşên enfekte ji girtiyên din cuda bikin. Erkdarê ku xwarina girtîgehê dida ji me ra belav dikir, di nava şermê de digot; ‘Heyf û mixabin, ev qûşxaneya biçûk dan. Belavê 60-100 kesê bikin.’ Em ê dibûn şahidê rondik û bêhêvîtiya ew keç ên biçûk.

Tiştên tên serê me dê rojek bê vegotin

Tiştên tên serê me dê rojek bê vegotin, lê nûçeya 'Qawîşa 8'emîn hat girtin' hat û îro em vê serketina xwe pîroz kir. Pîrozkirina berxwedaniya nifşek jinê ya çîrokên bên vêgotin, helbestên bên nivîsandin û bi sirên derkevin holê heye…

Em rojên tarî û sar ên ku em ji bo şopa dem û mekanê winda nekin, qermît û kevirên hucreyê dihejmartin bibîrtinin. Rojên ku me hesreta dîtina esmanê dikir, rojên ku me bêhna barana yekem a payîzê ji pencereya ku bi banê hucreyê ve girêday bû dikişand, bi bîr tînin. Bi bîranîna dengê çûkê koçer em ji bo di xewnên me de bi xwe re bibin, ji pişt têlên di pencereyê de ji malbatên dişand… Bi bîranîna girê çav ên şil û bazinên giran ên ji zendên me dihatin girêdan… Spas ji bo pêkanîna xeyala dîtina hev li bin ezmanê bajarê xwe Tahranê û hemû xeyalên ku me di hucreyê de soz dabûn ku dema em azad bin pêkbînin. Rojek me xeyal dikir ku li kuçe û kolanên Tahrana xwe ya delal hev hembêz bikin û em îro hevûdu hembêz kir.

Bila cihê hevalên me yên girtî yên li girtîgeha Êvînê bê vala kirin.

Jin, Jiyan, Azadî

Bila girtiyên siyasî serbest berdan.”