Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 42 hezar û 847

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zîvala Xezayê pêk anîn de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane di 24 saetên dawî de 55 zêde bû û derket 42 hezar û 847’an.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê daxuyaniyeke nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên 384 rojan ên li ser Zîvala Xezayê da agahî da.

Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di "4 qetlîamên" ku ji aliyê Îsraîlê ve li gelek deverên Zîvala Xezayê hatin kirin de 55 kesan jiyana xwe ji dest dan û 132 kes jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Zîvala Xezayê de hejmara miriyan derket 42 hezar û 847’an û hejmara birîndaran jî derket 100 hezar û 544’an.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber astengiya Îsraîlê tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sîvîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.