Li Îranê 8 sal cezayê girtigehê li çalakvana Bahaî hat birîn

Li Îranê 8 sal cezayê girtigehê li çalakvana Bahaî ya aktîvîsta mafê mirovan Sarah Thabet Rasejh hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Koma Çalakvanên Mafên Mirovan îro ragihand ku Dadgeha Temyîzê  ya parêzgeha Îsfehanê 8 sal cezayê girtîgehê li Sarah Thabet Rasekh ya Bahahî biriye.

Li gor Koma Çalakvanên Mafên Mirovan, Sarah Thabet Rasekh dê salekê li derveyî cezayê xwe bi kelepçeya elektronîkî derbas bike. 

Sarah Thabet Rasekh di 23’ê Mijdara 2021ê de di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û girtin û di heman salê de bi şertê kontrola edlî hat berdan. Piştre di Adara 2022’an de ji aliyê Şaxa yekem a Dadgeha Şoreşê ve 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li Îsfehanê di dadgeheke din de bi îdiaya “propagandaya li dijî pergalê” 2 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Civaka Bahaî, ku ji 300 hezar endaman pêk tê, kêmîneya olî ya herî mezin li Îranê ye. Lê belê weke baweriyên din ên olî nayên naskirin û endamên wan bi girtin û îşkenceyê re rû bi rû dimînin.