Li Îranê 8 kes hatin darvekirin
Li Îranê di nava 24 saetan de 8 kes hatin bidarvekirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê di nava 24 saetan de herî kêm 8 kes hatin bidarvekirin.
Navên kesên hatine bidarvekirin wiha ne: “Qadirbakhsh Dahaî, Abdul Rasool, Alî Pîrî, Mehdî Salarî, Mohamad Chaîna (Golbache), Majîd Caferî, Alî Tabîb û Saeed Mohammadîfar.”
Çalakiya malbatên girtiyan ên li dijî darvekirinê li ber avahiya darazê dabûn destpêkirin didome.