Li Îranê 26 hemwelatî bi darvekirinê re rû bi rû ne

Di serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kirine de 26 girtî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. Li welat li 11 kesan cezayê darvekirinê hatiye birîn û 15 kes jî bi cezayê darvekirinê tên darizandin.

Navenda Nûçeyan- Li Tahrana payetexta Îranê piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve, li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanan dest pê kiribûn. Tevî îşkence, girtin, kuştin û darvekirinan jî xwepêşandan berdewam dikin.

Dewleta Komara Îslamê ya Îranê 2 hemwelatiyan ji ber beşdarî serhildanan bûne darve kir û hat zanîn ku 26 kesên din jî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. 11 kesên din ên ku beşdarî serhildanan bûne jî bi cezayê darvekirinê tên darizandin.

Li dadgeha Karaj Devrimê 15 kes bi tometa derxistina şerê navxweyî bi cezayê darvekirinê tên darizandin. Di nava wan de du bira û du hevjînên hev ên bi navê Farzaneh û Hamid Qarahasanlou jî hene.