Li Îranê 2 aktîvîstên Kurd hat girtin

Li Îranê 2 aktîvîstên Kurd, Parisa Mohammadi û Galavezh Tahmasbi hat girtin. Nayê zanîn ku her du jin birine kuderê.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê 'polîsên exlaqî' ve li Îran û gelek welatên cîhanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Hat ragihandin ku 2 çalakvanên Kurd Parîsa Mihemedî û Galavezh Tahmasbî li Kirmaşan û Sine ku yek ji cihê navnîşaneya xwepêşandane ne hatine girtin û nayê zanîn birine kuderê.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw, werzişvan Parîsa Mihemedî ya ji Kirmaşanê duh êvarê li ser cadeya Sî Metrî ya bajêr hat girtin. Di heman rojê de hat zanîn ku çalakvanê jîngehparêz û çiyager Galavezh Tahmasbî yê 39 salî ji Sine ye, piştî ku ji Îdareya Îstixbarata Sine bang kiribû hatiye girtin.

Hate gotin ku ji dema girtina wan her du jinên çalakger, der barê çarenûs û cihê girtina wan de ti agahî bi dest neketin.