Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sendîkavan dibin hedef

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sendîkavan dibin zextê de ne. Parêzvana Mafê Mirovan Fatemeh Kerîmî diyar kir ku hejmara sendîkavanênê ji karên xwe bûne zêdetir e û banga piştevaniyê li civakê kir.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Bi nêzbûna salvegera serhildanan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îranê, rejîma Îranê cezayên gelek giran da hejmarek zêde ya sendîkavanan. Hinek aktivîst ji karên xwe hatin avêtin, hinek ji bi zorê teqawî bûn û hinek jî ji erk hatin dûrxistin.

Rewşa dawî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê dijî û xala ku tevgerên sendîkayan hatinê, endama Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê Fatemeh Kerîmî nirxand. Fatemeh Kerîmî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku sendîkavananên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Lijneya Disiplînê ya girêdayî Wezareta Perwerdeyê ve ji kar hatine avêtin yan jî bi zorê teqawî kirine û wiha got:

“Zexta li dijî aktivîstên sendîkavan li Kurdistanê ne pirsgirêkek nû ye. Ev aktivîst ji civakê ne qût in. Hertim di bûyerên civakê de rolên aktîf girtine, daxwazên xwe anîne ziman, li dijî pêkanînên li ser civakê û zextên sîstematîk bêdeng nebûne. Ji şoreşa 1979’an heta niha rastî van cezayan tên.”

‘Dane ji yên tê dîtin zêdetir e’

Fatemeh Kerîmî bal kişand ser biryara ku nû hatiye eşkerekirin û da zanîn ku cezayên derbarê 14 mamostayên sendîkavan de hatiye eşkere kirin, lê belê ev hejmare ne raste û wiha domand:

“Wek di protestoyan de hatî dîtin, mamosta û xwendekar her tim bûna parçeyek girîng a çalakiyan. Ne tenê mafê xwe yên pîşeyî, daxwazên mafê perwerdeya zimanê dayîkê û yên din ên civakî anîn ziman. Xebatên rêxistinê yê di navbera bajaran de, ji bo saziyên ewlehiyê hertim hişemendiyek a gefê ava kiriye. Ji ber vê dibin zextê de ne. Hejmara hatiye eşkerkirin tenê ya di çapemeniyê de hatiye teyîsîn e, hejmara rast ji vê gelek zêdetir e. Dem dem ji Wezareta Perwerdeyê bangî mamostayan dikin û tên lêpirsînkirin. Dikarin cezayên giran bidin gelekan, lê belê ji ber zextan vê ji raya giştî re eşkere nakin.”

‘Mirovan wek gefa ewlehiyê dibînin’

Fatemeh Kerîmî destnîşan kir ku sedemên bingehîn yên cezayan rola aktivîstan a di protestiyan û piştevaniya bi gel reye, da zanîn ku xebatên rêxistinî di saziyên ewlehiyê de tirs daye avakirin û ji ber vê jî ceza dide wan û got: “Madeya 26’an a Destûra Bingehîn a Îranê mafê xebatên sendîka û kombûnê nas dike. Lê belê li Îranê her xebatê ku rastiyan nîşan dide, dibe kesî yan jî kom be, wek gefa ewlehiyê tê dîtin. Piştî cezayê ku daye mamostayên sendîkavan, Ajansa Nûçeyan a Fars a girêdayî Muhafizên Şoreşê  ev biryar erê kir û senaryoya saziyên ewlehiyê dûbare kir û ew wek ‘Pêvajoya perwerdê têk dide, kesên ku qada kaosê ava dike’ sûcdar kirin.”

‘Ti sazî serbixwe nîne’

Fatemeh Kerîmî îfade kir ku wezareta Perwerdeyê û Lijneya Disiplînê ji saziya ewlehiyê ne qût e û got: “Li Îranê tu sazî serbixwe nîne. Di navbera dozger, rêveber û zagonan de ti serxwebûnek nîne. Ji perwerdê heta çapemeniyê, saziya herî biçûk ya îdarî jî girêdayî saziya ewlehiyê ye.” Fatemeh Kerîmî anî ziman ku perwerde ne tenê xwendin û nivîsîne, divê pirsgirêkên mamostayan yên siyasî, civakî û aborî ji were ragihandin û wiha got: “Ev zext mamostayan bêdeng dike. Erkê mamostayan ewe ku derbarê van krîzên ku bandorê li zarok û malbatan deke biaxivin.”

‘Pirsgirêk, pirsgirêka hemû civakê ye’

Fatemeh Kerîmî diyar kir ku di rewşa heyî de mamosta rastî xeteriyên zexta siyasî, windakirina azadiya îfadeyê, krîza aborî û bê kariyê tên û ev tişt got: “Mamosteyek hem barê debara malbatê hildigire, hem jî rastî xeteriya bêdengkirinê ye. Divê rewşê de erkê bingehîn yê hişyarkirina civakê bicih nayne.” Fatemeh Karîmî da zanîn ku heman rewş xwendekar jî bi awayên cûda bandor dibin û wiha got:

“Xwendekar mehkumî perwerdeyek lewaz û rûtîn dikin. Ev jî ti pirsgirêkên civakê çareser nake. Bandorê li hemû civakê dike. Aktivîstên sendîka ne tenê ji bo mafê xwe, ji bo mafê giştî yê civakê têdikoşin. Mafê me hemûyan ê aborî û civakî bi hevdûve girêdayî ye. Mamostayek ku neçar dibe nanê xwe bifikire, nikare perwerdeyek baş bide. Ji ber vê ev cezayê ku hatiye dayîn, cezayê daye hemû civakê ye. Dibe ku sibe li her yek ji me pêk bîne. Ji ber vê pirsgirêk ne şexsî ye, pirsgirêka me hemûyan e”

Fateeh Kerîmî di dawiya axaftina xwe de banga piştevaniyê li civakê kir û got: “Di van şertan de divê em hemû bi aktivîstên sendîkavan re di nava piştevaniyê de bin. Divê di çapemenî û saziyan de dengê wan bidin bihîstin. Em destûr nedin polîtîkayên rejîmê yên me ji hev qût dike. Her yek ji me qasî ji destê me were em piştvaniyan van aktivîstan bikin û bibin dengê wan.”