Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’: 4 jê jin 92 kes hatin darvekirin

Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” bi beşdariya komek girtiyên li Girtîgeha Sebzevarê di hefteya 85’emîn de didome. Di daxuyaniya kampanyayê de hate diyar kirin ku ji destpêka meha Îlonê vir ve 4 jê jin herî kêm 92 girtî hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” di hefteya xwe ya 85’emîn de bi beşdariya komek girtiyên din ên li Girtîgeha Sebzevarê didome. Hejmara girtîgehên ku piştgirî didin kampanyayê bû 52.

Beşdaran di destpêka daxuyaniya kampanyayê de balkişandin li ser darvekirina girtiyê siyasî Mehran Bahramiyan û xwepêşandanên gelê Semîromê û bang kirin: “Em bang li hemû mirovên bi rûmet û azadîxwazin kir ku malbatên di nava lêgerîna edaletê de û gelê Semîromê mînak bigrin, li hemû bajêr û kolanan ala “Na ji Darvekirinê” bilind bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em carek din şahidî ji darvekirinên hovane re dikin. Ev darvekirin  tenê mafên mirovî û qanûnî yên girtiyan binpê nake, di heman demê de wijdanê civakê jî birîndar dike. Darvekirina hovane ya girtiyê siyasî Mehran Behramiyan, tenê mirovekî ji mafê jiyanê bêpar nehişt, di heman demê de di dilê malbata wî û gelê Semiromê de agirê hêrsê pêxist. Di cînayetek din a dîktatora dinî de jî, du girtî yên bi navê Îskender Bazmandegan û Mihemed Qaşefî bi awayekî veşartî li Girtîgeha Şîraz Adilabadê hatin darvekirin.

Hefteya borî 46 kes hatin darvekirin

Li gorî daneyên hatine parvekirin, ji destpêka meha Îlonê ve 4 jê jin herî kêm 92 girtî hatine darvekirin. Tenê hefteya borî 46 kes hatin darvekirin. Ji destêpka meha Adara 2025’an vir ve 756 kes hatin darvekirin. Ji van 100 darvekirinan li Girtîgeha Qezel-Hesar pêkhat û ev yek jî zêdetirê ji sedî 13’ê darvekirinan e.

Komek girtiyên li Girtîgeha Sebzevarê ragihandin ku ji bo bertek nîşan dana zêdebûna darvekirinan beşdarî Kampanyaya “Sêşema na ji darvekirinê re” bûne û ew ê her roja sêşemê greva birçîbûnê pêkbînin.

Beşdarên kampanyayê diyar kirin, "Darvekirin, binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan e û amûrek tepeserkirina azadiyan e. Em demil dest daxwaza rawestandina hemû darvekirinan dikin. Dengê kampanyaya “Sêşema na ji darvekirinê re”, li dijî hemû polîtîkayên dijî mirovahî yên li Îranê dengek hevgirtin û piştgiriyê ye. Heta ku edalet, azadî û rêzgirtina ji bo rûmeta mirovan pêk ney, dê ev deng li girtîgehan zêde bibe.”

Di daxuyaniya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan, çalakvan û azadîxwazin kir ku dijî darvekirinan xwedî helwest bin.