Li Îran û Rojhilat serhildana gel didome
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên gel bê navber didomin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230219-20230219-20230219-atradat-shban2023-2-19-jpg8551ad-image-jpg4d75ba-image-jpg2a7134-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Serhildana gelên Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kiribû, di meha şeşan de didome.
Li Sinê, Kirmanşa, Kamiyaran, Mehabad, Banê, Bukan, Seqiz, Dehgolan, Serdeşt, Urmiye û hin bajarên din, xwepêşanderan agir pêxistin, dirûşme qîriyan û pankartên hikûmetê şewitandin û daxwaza azadiyê kirin.
Li Tehran, Amol, Hemedan, Buşehr, Îsfehan, Meşhed, Bandar Abbas, Reşt, Mazenderan, Bojnord û bajarên din xwepêşanderan li ser dîwaran dirûşim nivîsandin.
Xwepêşandêrên ku avahiyên dewleta Îranê şewitandin, belavok belav kirin û peyam dan ku heta hikûmetê hilweşînin dê çalakiya xwe bidomînin.